ENKSê ji nûnerê Amerîkayê xwest aliyê ku dîyalogê asteng dike eşkere bikin

.

Hat ragihandin ku demek berê dîplomatê Amerîkayê David Bronstein ku nûnertiyê di hevdîtinên ENKS û PYNK yên yekrêzîya li Rojavayê Kurdistanê de dike, bi ENKSê re civiyaye.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî civîna David Bronstein roja Yekşema borî ligel şanda ENKSê pêk hatiye û ENKSê diyar kiriye ku ew bê ti şert mercan dixwazin dîyaloga ligel PYNKê berdewam bike.

ENKSê herwiha ji nûnerê Amerîka David Bronstein daxwaz kiriye, partî û aliyên ku ji danûstandinên Kurdî-Kurdî re dibe asteng jî tespît û eşkere bikin.

Çavkaniya nêzîkî ENKSê herwiha diyar kiriye ku ew bi awayekî cidî nêzîkî diyalogê diben û wan ji nûnerê Amerîka jî xwestiye ji bo gotûbêjên ligel PYNKê demê diyar bikin.

Çavkaniyê daye zanîn ku dîplomatê Amerîkî daxwazên wan li cem xwe not kirine û ji wan re gotiye, piştî hevdîtina ligel aliyê PYNKê ew dê li wan vegere.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye