ENKSê êrîşa ser ofîsa Kobanî şermezar kir

.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa ser ofîsa Xwecihiya Kobaniyê ya ENKSê şermezar kir.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa ser ofîsa Xwecihiya Kobaniyê ya ENKSê şermezar kir û ragihand: “Em ji raya giştî re tekez dikin ku ENKS dê li ser têkoşîna xwe ya parastina mafên gelê Kurd ê li Sûriyê û bicihanîna demokrasiyê li welêt, berdewam bibe.”

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê ragihand: “Ofîsa ENKSê ya li bajarê Kobanî di şeva 18/19ê Çileya 2021ê de rastî êrîşeke naricok û gulleyan hat û bû sedema derketina zirareke mezin li avahiyê û tirsa nişteciyên li derdora ofîsê.”

ENKS eşkere kir: “Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) van kiryarên terorî ku çalakî û ofîsên wê yên li her derê dikin armanc, bi awayekî tund şermezar dike û aliyên ewlehiyê yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) weke berpirsyar dibîne, ku ev kiryar weke têkbirina danûstanên bi Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) pêk tê.”

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Em ji raya giştî re tekez dikin ku ENKS dê li ser têkoşîna xwe ya parastina mafên gelê Kurd ê li Sûriyê û bicihanîna demokrasiyê li welêt, berdewam bibe û ENKS tekez dike ku yekbûna helwesta Kurdan mijareke stratejîk e û ev kiryarên terorî, me ji rêya me dûr naxe. Em bang li garantorên Amerîkî û Generalê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dikin ku li hember bûyerên li dijî ofîsên ENKS û partiyên wê rû dane û rû didin, helwestek nîşan bidin. Herwiha li hember daxuyaniyên xirab ên ji serkirdeyên PYDê yên dijî ENKS helwestek nîşan bidin, ku daxuyaniya herî dawî ji serokê şanda wan a danûstankar ve, li dijî Pêşmergeyên Roj hat.”

Herwiha di daxuyaniyê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li gelê Kurd û raya giştî dike ku li dijî van kiryarên xirab derkevin, ji ber ku ev kiryarên xirab danûstandinan têk dibin.


 

Kurdistan Haberleri

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir