ENKSê bersiv da banga Mezlûm Ebdî: Erênî ye, em hêvî dikin rûpeleke nû vebe

.

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya li Sûriyê (ENKS),Siûd Mela li ser banga Mezlûm Ebdî ya bo vegera li dîyaloga Kurdî-Kurdî û bingehgirtina peymana Duhokê got, “Banga Mezlûm Ebdî ya ji bo destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê erênî ye.

Siûd Mela got ku daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî erênî ye û ew hêvî dikin, ev daxuyanî dawiyê li nakokiyên di navbera ENKS û PYNKê de bîne.

Mela hêvî kir ku bi van daxuyaniyên Mezlûm Ebdî rûpeleke nû di navbera ENKS û PYNKê de vebe û herdu alî bi rihê birayetî kar bikin.

Serokê ENKSê ji Rûdawê re daye xuyakirin, ew bi hêvî ne nakokî û nexweşiyên berê yên di navbera aliyan de çareser bibin û dûbare nebin û danûstandinên wan bi PYNKê re careke din destpê bikin.

Li aliyê din Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Siyamend Haco jî diyar kir, peyama Mezlûm Ebdî giring e û ew hêvî dikin Pêşmergeyên Rojava vegerin Rojavayê Kurdistanê.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye