ENKS vexwendina Fransayê red dike

.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) vexwendina Koşka Élysée ji bo seredana Fransayê red dike.

Li ser sedema redkirinê jî ENKS dibêje, ew vexwendin bi navê Rêveberiya Xweser ji bo wan hatiye û hevsengî di hejmara şandeyê de tune ye û ajandayên seredanê jî ne diyar in.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriya (PDK-S) Neşet Zaza ji Rûdawê re ragihand, wan wek ENKSê vexwendina Koşka Élysée ji bo seredana Fransa red kiriye.

Endamê Polîtburoya PDK-Sê dibêje, ji ber ku vexwendin bi navê Rêveberiya Xweser ji bo wan çûye û ew ne di Rêveberiyê de ne.

Neşet Zaza got jî, hevsengî di hejmara endamên şanda ji bo Fransayê de tune ye ku piraniya wan endamên Rêveberiyê ne û tenê yek endamê ENKSê hatiye diyarkirin.


Di dewama axaftina xwe de Zaza diyar kir, ku ajandayên seredanê ji bo wan nehatine diyar kirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye