ENKS roja navneteweyî ya mafên mirovan bi xwepêşandanan bibîranî

Ev çalakî li her yek ji Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Girkê Legê û Dêrikê bi beşdarbûna bi sedan kes birêveçûn û di wan de dirûşmên dijî rêbazên PYD û rêveberiya wê hatin gotin û berzkirin.

Iro li çend bajar û bajarokên Cizîra Kurdistana Sûriyê, û li Hewlêra Paytexta Kurdisatna Iraqê, Encumena Niştimanya Kurd li Sûriyê ENKS, rêzek xwepêşandan birêvebirin bi armnaca protesto kirina rêbazên PYD û alîgirên wê li hemberî gelê kurd û jibo berdana serkirde û endamên partiyên ENKS ku ev çend mehin di zîndanên xweseriya demokratîk de ne.

Ev çalakî li her yek ji Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Girkê Legê û Dêrikê bi beşdarbûna bi sedan kes birêveçûn û di wan de dirûşmên dijî rêbazên PYD û rêveberiya wê hatin gotin û berzkirin. Her weha ala Kurdistanê bi aweyekî berçav hate bilind kirin.

Li Hewlêrê jî, desteyek ji berpirsiyarîtiya ENKS li Başûrê Kurdistanê raporteka berferh li ser binbêkirinên mafên mirovan ku li Kurdstana Sûriyêsala ji sala 2011 ve heta niha rûdane radestî nûnerêtiya UN li Kurdistanê kir.

Çavdêrên siyasî yên ku rêbazên PYD ji nêzîk ve dişopînin di wê bawerî de ne ku sedêmên ku ev çalakî vê carê bi aramî hatin pêkanîn vedgerin berteka girseyî ya dijwar dijî sotandina ala Kurdistanê li Amûdê berî çend rojan, nameya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser heman babetê û hestiyariya rojê bi xwe weke rojeka cîhanî û jibo vê yekê ev riftar nabê weke guhertinekê di siyaseta PYD de bê nirxandin.
(E.B)

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin