ENKS: Guftûgoyên navbera ENKSê û PYNKê demekî nêzîk de destpê dikin

.

Serokê Encûmenên Xwecihî yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihsin Tahir ragihand, diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de dê di demeke nêzîk de dest pê bike.

Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Muhsin Tahir ji K24ê re got: “Em wek ENKS û PDK-S ji bo yekrêziya tevgera siyasî û gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê amade ne. Em geşbîn in jî ku ev diyalog û yekrêz biçe serî. Em bi hêvî ne di demeke nêzîk de diyalog careke din dest pê bibe û dê bigihe encaman.”

Muhsin Tahir got jî: “Em hem wek ENKS û hem wek PDK-S, em ji bo serxistina yekrêziya tevgera siyasî rijd in. Em li ser pêkanîna mafên gelê xwe û ji bo pêkanîna demokrasiyê ji gelê Sûriyê re jî rijd in.”

ENKS û PYNKê ji Mijdara 2019'an ve bi piştgiriya Amerîka, Herêma Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) danûstendinên yekrêziya kurdî û beşdariya ENKSê di nava Rêveberiya rojavayê Kurdistanê de dikin, lê ev danûstandin zêdetir ji 8 mehan e rawestiyane.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn