ENKS: Gelê kurd li Sûriyê di rewşeke xirap de Newrozê pîroz dike

.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala kurdî peyameke belav kir. 

 Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala kurdî peyameke belav kir û tê de ragihand, di rewşa niha de, êş û azara xelkê Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî du caran zêde ye, ji ber ku ew herêm rastî tawan û binpêkirinên mirovî tên, demografiya wan herêman tê guhartin û hebûna kurdan li wan herêman tê armanckirin.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di peyama xwe de ragihand; “Gelê kurd li Sûriyê îsal Newrozê pîroz dike û ew mîna hemû xelkê Sûriyê, ji encama siyaseta rêjîma Sûriyê ya ku bijardeya leşkerî hilbijartiye û daxwazên gel û vîna navdewletî piştguh kiriye, di rewşeke xirap de dijî. Ji ber wê Kurdan bi awayekî xwezayî xwe beşek ji şoreşa Sûriyê dîtin, bi armanca bidawîkirina zordariyê û cibicîkirina azadî û rûmetê.”

ENKSê di peyama xwe de diyar kir, ENKSê jî rola xwe di nava opozîsyona niştimanî ya Sûrî de girt û kar ligel hêzên din opozîsyonê li gor pêvajoya Cenêvê ya bi serperiştiya Netewên Yekgirtî û biryara navdewletî 2254 dike.

Di beşeke din a peyamê de hat: “Di vê rewşa niha de, êş û azara xelkê me yê li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî du caran zêde ye, ji ber ku ew herêm rastî tawan û binpêkirinên mirovî tên, demografiya wan herêman tê guhartin û hebûna kurdan li wan herêman tê armanckirin. Tevî ku ew tawan û binpêkirin ji aliyê rêxistin û saziyên mirovî û yasayî tên şermezarkirin, lê heta niha karvedana navdewletî xemsar e, ji ber wê ENKS wan binpêkirinan şermezar dike û bang li civaka navdewletî û welatên pêwendîdar dike, wan binpêkirina rawestînin, grûpên çekdaran ji gund û bajaran derxînin, koçberan vegerînin ser mal û milkên wan û rêbeveriya wan herêman radestî xelkê wê yê resen bikin.”

Herwiha tekez dike, ENKS ji dema damezirandina wê ve kar ji bo yekrêziya kurdî dike û di wê derbarê de rêkeftinên Hewlêr û Duhokê yên bi serperiştiya Serok Barzanî hatin îmzekirin. Niha jî bi serperiştiya Amerîka bi PYNKê re ji bo yekrêziyê danûstandinan dike, ji bo bigihin rêkeftineke kurdî û hevpariyeke rasteqîne, ji bo mafên netewî yên gelê kurd bêne misogerkirin.
 

Kurdistan Haberleri

HRW: Komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê binpêkirinên xwe didomînin
Trump ji Şer xwest berpirsiyariya girtîgehên ku DAIŞî di wan de ne ji HSDyê wergire
Gelo Kurdistan dê li Îraqê bibe rêbera şoreşa teknolojiyê?
Hejmara nû ya Psychology Kurdiyê derket
Şam û Rojava ji bo sererastkirina Destûrê danûstandinê dikin