ENKS: Bila Tirkiye û PKK rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigirin

.

 Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwaz li Tirkiyê û PKK dike ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigirin.

Di daxuyaniyekê de, Serkirdayetiya Giştî ya ENKS daxwaz li hikûmeta Tirkiyê û PKK kir ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê û ewlehiya xelkê wê bigirin.

ENKS herwiha daxwaz li herdu aliyên Tirkiyê û PKK kir ku milmilaniya xwe nebin nav xaka Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniya xwe de, ENKSê êrîşa li dijî Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar kir û got, “roja 5ê Hezîranê hin çekdarên ser bi PKK hejmasrek Pêşmerge li Çiyayê Metîna kirine armanc, û ji encamê 5 Pêşmerge şehîd bûne û hejmareke din jî birîndar bûne.”

Ji aliyê xwe ve, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di daxuyaniyekê de, behsa êrîşa roja 5ê Hezîranê kir û got, “armanca dagîrkariya Tirkiyê ew e ku şerekî Kurdî-Kurdî çêbibe û ji encama van dijminkariyên Tirkiyê û hewlên derxistina fêlbazî, 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye