Li gorî nûçeya Rûdawê Birêveberiya Giştî ya ENKSê daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz kir ku bila hemû hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê û hêz û komên çekdar ji Efrînê derkevin.
ENKSê di daxuyaniyê de bang kir ku rê li pêşiya xelkê Efrînê were vekirin, da ku bi ewlehî vegerin malên xwe û bêyî destêwerdan karûbarên xwe bi rê ve bibin.
Hat diyarkirin ku birêveberiya ENKSê herwisa xwestiye binpêkirin û guhertina demografîk a li Efrînê werin belgekirin û bang li hêzên navdewletî kirye ku herêma Efrînê biparêzin.