ENKS bersiv da Kobanî: Em bo yekrêzîyê amade ne

Encûmena Niştimanîya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) bersiva banga Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), Mazlûm Kobanî, bo yekrêzîya kurdî li Rojavayê Kurdistanê da û aşkere kir ku ew amade ne bo yekrêzîyê.

Navenda Nûçeyan- Berpirsên Partîya Demokrata Kurdistana Sûrîyê (PDKS) aşkere dikin bi erênî li vê bangewazîyê dinerin, lê dibêjin ta ku yekrêzîya kurdî encam bide divê bi garentîyeke navdewletî be yan jî bi serperiştîya Serok Mesûd Barzanî be.

Herwiha Sekreterê Partîya Yekîtîya Demokrata Kurdî li Sûrîyê (El-Wahdê) dide zanin ku tevî hemu partîyên siyasî tekezîyê li ser yekrêzîyê dikin, lê tu gavên cedî ta niha nehatine avêtin.

Herwiha Mazlûm Kobanî çend caran daxwaz ji hêzên Kurdistanî li parçeyên din yê Kurdistanê kir ku bibin yek û kongireyeke neteweyî ji bo piştgirîya Rojavayê Kurdistanê lidar bixin û got jî ku parastina Rojava erkeke netewî ye .

Herwiha daxwaz ji serok Barzanî kir ku rolê jibo nêzîkirin û yekrêzîya alîyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bibîne.

 

Siyaset Haberleri

Operasyonên li ser 17 şaredariyên CHPyê: 13 şaredar hatin girtin
Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya