Endamên Kongresê Dixwazin ku Trump Vexwendina Erdogan Betal Bike

Endamên Kongresê berî serdana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya bo Washingtonê bertekan nîşan didin.

Navenda Nûçeyan- Hin endamên Kongresê bi pêşengîya Serokê Komîsyona Peywendîyên Derve yên Civata Nûneran Eliot Engel ji Serok Donald Trump re nameyek nivîsîn Û ji wî xwestin ku vexwendina Erdogan bi şûnde vekişîne.

Di nameyê de hat gotin ku ‘’Operasyona xwînî ya Erdogan ya li Sûrîyê dimeşîne bo herêmê bêîstiqrarîyê çêdike û ewlekarîya neteweyî ya Amerîka diavêje metirsîyê’’

Endamên Kongresê dîyar kirin ku hêzên Tirkan li Sûrîyê sîvîl kuştine û herwiha bi kuştina endamên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ‘’ku yek ji hevalbendên girîng yên Amerîka ye’’, kir ku pirtirê 100,000 kes koç bikin.

Wan herwiha bi bîr xist ku Tirkîyê sîstema Amerîka red kiriye û li şûna wê ji Rûsya S-400 sitandine û bal kişandin ser karên sondajê yên Tirkîyê yên li Derya Sipî.

Endamên Kongresê dan zanîn ku wan di rojên borî de bernivîsa dijî Tirkîyê pejirandine û dîyar kirin ku bo serdana Erdogan niha ne dema rast e.

Çavkanî: Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Mezlûm Ebdî di Roja Cîhanî ya Kobaniyê de got: 'Yekîtiya li hemberî tarîtiyê'
Li Hisîçayê şahiya piştgiriya HSDyê hat lidarxistin
Îsko Dasinî: Milethezî ji baweriyê cudatir e, bila Kurdbûna me winda nebe
Mezlûm Ebdî: Koalîsyona Navneteweyî mifteya hilweşîna DAIŞê bû
Larîcanî li ser dabeşbûna navxweyî rêveberên Îranê hişyar dike