Endamê Rêxistina Asûrî ya Demokrat hat berdan

.

Endamê Rêxistina Asûrî ya Demokrat hat berdan

Endamê Rêxistina Asûrî ya Demokrat Husam El-Qes ku duh li bajarê Dêrîka Rojavayê Kurdistanê hatibû girtin, îro hat berdan. El Qes dibêje ku, li ser çend postên li torên civakî ew hat girtin.

Li bajarê Dêrîka Rojavayê Kurdistanê duh endamê Ofîsa Ragihandina Bereya Aştî û Azadiyê û endamê Rêxistina Asûrî ya Demokrat Husam El-Qes, ji aliyê hin kesên ne nas ve hatibû girtin.

Desteya Seroketiya Bereya Aştî û Azadiyê, di daxuyaniyeke fermî de ragihand, ku îro Husam El-Qes li bajarê Dêrikê hatiye berdan û niha li gel malbata xwe ye.

Husam El-Qes beşdarî bultena Rojava bû û li ser girtina xwe ragihand, hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve ew girtin.

Li ser sedema girtinê jî El-Qes diyar kir, ji ber hinek postên li ser torên civakî biryara girtinê derbarê wî de hatibû dayîn û got, "Rêveberiya Xweser rexneyên min qebûl nekirin."

Desteya Seroketiya Bereya Aştî û Azadiyê duh di daxuyaniyeke fermî de ragihandibû, ku roja Pêncşemê, Husam El-Qes dixwast ji bajarê Dêrîkê vegere mala xwe, lê hejmarek kesên rûgirtî, êrîşî wî kirine, li wî xistine û pişt re ew revandine.

Bereya Aştî û azadiyê di daxuyaniya xwe de dibêje, girtin û revandin berovajî yasayê ye û ew Rêveberiya Xweser di ber girtina Endamê xwe de berpirs dibînin, ji ber ku ew li navçeyê xwedî desthilat in. Duh

Ofîsa Cîbicîkar ya Rêkxistina Aşûrî jî di daxuyaniyekê de girtin û revandina Husam el-Qes şermezar kiribû û daxwaza azadkirina wî kiribû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin