Encûmena wezîrên herêma Kurdistanê îro dicive

Îro 13.11.2019ê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê di serokatiya serokwezîr Mesrûr Barzanî de dicive.

Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyên BasNewsê di civîna îro ya encûmena wezîran de pirsên girêdayî bi rêxistin kirina peyker û karûbarên wezareta Pêşmerge û biryarên dadgeha federal a Iraqê dê bên gotûbêj kirin.

Herwiha vê derbarê de K24ê ragihand ku derveyî wan her du mijarên karûbarên wezareta Pêşmerge û biryara dadgeha federal a Iraqê, projeyên çareser kirina alozîyên Iraqê, wek proje yasaya komîsyona bilind a helbijartinan û pirsa helbijartinên pêşwext a encûmena nûnerên Iraqê û paşxistina helbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê, di civîna encûmena wezîran de guftûgo li ser bên kirin.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir