Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê bangî civaka navdewletî kir

Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê piştî bi balafirên şer lêdana Nexweşxaneya Avrînê ku gelek kesan di encamê de can da, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya bangewaziya Encûmena Tenduristiyê de hat gotin, "Nexweşxaneya Avrînê ku bi sedan birîndar lê dihatin tedawîkirin û gelek doktor û hemşîre lê kar dikirin hatiye bombebarankirin."

Encûmena Tenduristiyê bang li komîteyên tenduristiyê yên navdewletî kir ku bi erka xwe bilîzin û êrîşa ser nexweşxaneyê wekî 'pêkanîna qetlîamê' hat binavkirin.

Nexweşxaneya Avrîn nexweşxaneya herî mezin a Efrînê ye ku ji destpêka operasyona artêşa Tirkiye û komên girêdayî wê ji birîndar li wir têne tedawîkirin.

Li gor nûçeyan di encama êrîşa hewayî de 15 cenaze hatine tesbîtkirin û gelek jî birîndar hene ku hîn windahiyên bombebarana nexweşxaneya Avrînê zelal nebûne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin