Encûmena Nûneran a Amerîkayê biryara lêpîrsina Trump erê kir  

.

Di dengdayina li Encûmena Nûneran a Amerîkayê de maddeya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi “handana serhildanê” tê tawanbarkirin, hat qebûlkirin.

Demokratên di Kongrêsa Amerîkayê de li hember Trump ê ku ji êrîşa ser Kongrêsê ya 6ê Çileyê berpirsyar tê girtin, gaveke giring avêtin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ku hefteyek maye dema wî ya serokatiyê biqede, derbarê wî de, biryara lêpirsînê hat qebûlkirin.

Piştî nîqaşeke dûr û dirêj di dengdayina li Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran de maddeya ku Trump bi “handana serhildanê” tê sucdarkirin, bi 232 dengên “BELÊ” li hemberî 197 dengên “NA” hat qebûlkirin.

Ji aliyê din ve 10 parlementerên Komarxwaz jî dengên xwe weke belê bikar anîn.


 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye