Encûmena Asayîşa NYê: Divê hêzên biyanî li Lîbya derkevin

.

Endamên Encûmena Asayîşa Netewên Yekbûyî (NY) bi yekdeng biryar dan ku divê hemû hêzên biyanî ‘’Bê ku paşbikeve axa Lîbyayê bicîh bihêlin.’’

Di daxuyaniya Encûmena Asayîşê de hat ragehandin: ‘’Encûmena Asayîşê daxwaz ji hemû aliyan dike ku bi temamî pêbendbin li gel rêkeftina agirbest û bicîhbînin û hemû welatên endamê NYê ne bên teşfîq kirin ku rêz li bicîhanîna wê rêkeftinê bigrin.’’

Encûmena Asayîşê heman deme de daxwaz kir pêbendî dorpêçên wê rêxistinê bin ku li dijî Lîbyayê hatine danîn.

Ajansa Fransa li gor amarên NYê belav kir ku heta dawiya sala 2020ê nêzîkî 20 hezar hêzên biyanî çûne nav axa Lîbyayê û heta naha nêzîkî sê meh ji sala 2021ê derbas dibe hîn jî xwe ji wî welatî nekêşane.

Dewleta rewa ji aliyê NYê ve û hêzên alîgirê General Hefter ji meha cotmeha sala 2020ê ve agirbest ragehandin û yek ji benden rêkeftinê  jî ew e di heyama sê meh de hemû hêzên leşkerî yên biyanî li Lîbya derkevin derveyî wî welatî.

Tirkiye ku alîgirê dewleta Lîbyaye ku naha beşek ji rojavayê wî welatî di bin kontrola Tirkiyê de ye, nîvê rojhilatê wî welatî jî ji aliyê General Hefter ve birêve diçe ku welatên Misir, Rûsya, Îmarat û Fransa piştevaniya wî dikin.

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû