Encûmena Asayişa Navdewletî îro li ser Afganistanê dicive

.

 Encûmena Asayişa Navdewletî, îro Duşemê di derbarê rewşa Afganistanê de dicive.

Li gor çavkaniyên dîplomatîk diyar dikin, civîna îro ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekbûyî, li ser daxwaza Norwêc û Stonya tê lidarxistin.

Herwiha çavkanî didin zanîn, civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê Afganistanê de, dê îro di saet 10:00an de, li gor dema Amerîkayê bê lidarxistin.

Hêzên Talibanê do Yekşemê derdora bajarê Kabulê paytexta Afganistanê ji çar aliyan ve dorpêç kirin û di saetên êvarî de, beşek ji hêzên wê derbasî nav hin taxên Kabulê bûn.

Hêzên Talibanê herwiha dest danîn ser Koşka Serokkomariya Afganistanê û televîzyona netewî ya wî welatî.

Li aliyekî din, Serokkomarê Afganistanê Mihemed Eşref Xenî, do êvarî welat terikand û derbasî Tacikistanê ve bû.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye