Îro bû 15 roj ku hêzên Amerika û Îsrailê li dijî Îranê di nava şerekî dijwar da ne. Di vî du hefteyî da bi deh hezaran bombe û fuze hatine xebitandin û hê jî ev şer didome. Lê heta nûçeyên îroyîn jî (14.03.2026) nîşan didin ku rejima Îranê nehatîye merhaleya / pîleya hilweşandinê. Her çiqas hêzên ezmanî yên Îranê hatine radeya aşbetalîyê jî, fuzeyên Îranê yên ku heta nûha avêtine Îsrailê û dewletên herêmê yên ku baregehên eskerîyê yên Amerikayê û dewletên tifaqdar lê hene, berdewam dikin. Bi awayek dê ev şer xilas bibe û di heman demê da wê statuya Hukmê Melan a 47 salî jî nema karibe wek berê rejima xwe bidomîne. Loma divê hemî neteweyên ku heta nûha di bin hukmê rejimeke diktatorî da dijîyan, ji van mercên nû îstîfade bikin û di dahatuya xwe ya nû da bibin xwedîyê statuyên xwe yên demokratik û neteweyî her wekî Kurd, Belucî, Azerî û neteweyên dî.
Di pêvajoya vî şerî da 6 partî û rêxistinên li Rojhilatê Kurdistanê jî di çarçoveya hevkarîyek da enîyek avakirine. Bê guman ev hewildaneke pêwist û heyatî ye jibo dahatuya vî beşê welatê me. Di vê çarçoveyê da divê Hevkarîya Hêzên Rojhilatî bi taybetî û Rêvebirîya Federaliya Başurê Kurdistanê û Tifaqa Hêzên Kurdistanî yên Kamişloyê bi giştî li ser pêvajoya nû nirxandinek bikin û têkevin nav hewildanan. Di vê çarçoveyê da ez pêwist dibînim ku piçek behsa Prensibên Wilson bikim û bînim bîra raya giştî ya Kurdevîn û Kurdistanevînîyan bi taybetî û bi giştî jî jibo hemî herêmê. Wek em pê dizanin van prensiban ango bi awayeke dî van nuqteyan 14 xal / made, lê bi taybetî naveroka Madeya 12an, rasterast jibo me kurdan divê em bi înad û îsrar li ser rawestin û di navbera vî 1008 salî da çi qewimîye, em bi hurgilî raxînin pêşîya raya giştî ya hemî cîhanê.
14 Madeyên / Nuqteyên / Prensibên Woodrow Wilson û Çareserîya Şola Kurdan!
Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) di 6ê nîsanê 1917an da daxilê nava Şerê Cîhanîyê Yekemîn bû û bû hevalbendê Dewletên Îtîlafê. Kongreya DYA di 08ê kanûna paşîn 1918an da çêbû; Serekê DYA Woodrow Wilson axiftinek pêkêş kir û jibo rewşa cîhanîya wê demê û dahatuyê di bin 14 xalan / nuqteyan da raxist pêşîya raya giştîya hemî cîhanê. Li vir madeya 12yan jibo Prensibên W. Wilson, rasterast di derbarê dahatuya kurdan da bûye ku wê demê ew made girêdayê dahatuya Dewleta Turk jî bûye ku li ser mîrata Osmanîyan hatîye avakirin. Bi kurtayî naveroka madeya 12an weha ye ku em dikarin li jêr bixwînin.
Made 12: ”Jibo tirkên ku di nava sînorên Împaratorîya Osmanîyan da dijîn, ewleyîya xweserîya wan tê qebûlkirin. Jibo wan neteweyên dî ku di bin rêvebirîya tirkan da dijîn jî, ewleyîya wan neteweyan jibo xweserî û azadîyên temam, divê bi dest werin xistin” Wek em li vir dibînin, di wê madeyê da dahatuya kurdan, bi dahatuya tirkan ra hatîye girêdan. Rejima Ankara ku di bin pêşevatîya Mistefa Kemal da ava bû û cîyê xwe qeîm kir û xurt bû; di 1923yan da Komara Turk êlan kir û ji wê virve hemî mafên neteweyî û demokratik ên kurdan înkar û qedexe kirin. Welew ku di wê madeya 12an da hatibû dîyarkirin ku divê mafên kurdan û neteweyên dî yên demokratik û neteweyî bihatana parastin, lê berewajê wê çêbû.
Ev pêvajoya ku ji 100 salî zêdetir dirêj e, jibo me kurdan pêvajoyeke bi xwînî bûye ku adeta politika Genocideya Kurdan kirîye hedef. Mixabin li dijî wê politika inkar û qedexekirinê, di serî da Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemî dezgahên navberneteweyî bêdeng mane û qet acizî û nerehetîyek jî nîşan nedane. Bi gotineka dî, di serî da NY û hemî dezgahên dî yên navberneteweyî di vî sed salî da adeta xwe ker û kor û lal kirine. Lewra ev neheqîya ku li kurdan hatîye kirin, di serî da dewletên Ewrupa, Amerika, Çin û Rusya berpirsîyarê vê neheqîya sed salî ne ku divê ew vê neheqîyê ji meydana sîyasetê rakin û deynên xwe bidin kurdan û bi vî awayî ew dikarin vê neheqîyê telafî bikin. Di pêvajoya îroyîn da eger miletê kurd bi 50 milyon zêdetirî nufûsa xwe ve hê jî bêdewlet e; hemî dewletên li cîhanê û bi taybetî jî yên herêmê, di vê neheqî û politika şaş da berpirsîyar in, loma em wek kurd, îro deynê xwe ji wan dixwazin ku divê ew berpirsîyarîyên xwe yên dîrokî bînin şûnê.
Li herêma kurdan di pêvajoyeke 25-30 salan da hin kevirên statukoyên serdestên welatê me wek Baxda û Şam, ji cîyên xwe leqîyane û nûha jî îhtîmaleke xurt e ku kevireke mezin ji bin Rejima Tahranê bileqe da ku statuko were ruxandin. Lê kevirê herî mezin di Sistema Rejima Ankarayê da ye ku leqandina wê nûha gelek zehmet e. Bi ruxandina rejima Baxdayê ve her çiqas Sistemeke Federalî çêbû jî, ew hê jî li cîyê xwe runeniştîye. Salek e ku rejima Esad li Şamê jî hilweşîyaye; lê dahatuya rejima nû li Şamê, tu bawerîyeke erênî çênekirîye; ji ber ku patronê Şamê yê nuha, rêvebirên Ankara bi xwe ne ku ew diktator û teroistên sed salî yên bi sabiqe ne û parçeya Kurdistana mezin (qasî 30 milyon) di bin zordarîya wan da dinale û rêvebirên Şamê bi xwe hemî murdarên devbixwîn in. Nûha jî ev du hefte ye ku rêvebirên Ankarayê adeta kurdan di xewa xwe da jî dibînin. Ev kabûsa wan, ji salek zêdetir e ku adeta wan kirine nexweşên klinikî. Loma wan bi îktîdar û muxalefeta xwe ve bi yekdengî qêrîyane ku hedefên Îsraîl û Amerika, Ankara ye. Îro jî ew ji rêvebirên Tahranê zêdetir ketine nav taya mirinê û her tim di hemî qenalên xwe yênTVyan da wê vereşana xwe nîşan didin. Yek şoleke Ankarayê heye ku dibêjin bila kurd, nebin xwedîyê tu mafek.
Di vê pêvajoya nû da dora êlankirina serxwebûna Başurê Kurdistana Federal hatîye û derbas jî bûye ku Kilîdê Referandumê bi salan e di berîka Kek Mesud Barzanî da tê parastin û cenabê Pêşewayê Neteweyî Mesud Barzanî wê kilîdê veke û Kurdên Başurê Rojava û Kurdên Rojhilat jî li derdora wî kilîdî û di çarçoveya Prensibên Wilson da kom bibin û heman kilîd jibo dahatuya beşên welatê xwe jî bixebitînin. Divê em hemî kurd ji bîr nekin ku xebitandina Kilîdê Serxwebûnê di wexta îroyîn da bûye berpirsîyarî û vatinîyê herî giring jibo doza miletê me ya heqîyê. Di pêvajoya îroyîn da nufûsa van sê beşên welatê me derdora 20 milyon e (Başurê Rojava 2 milyon+ Başurê Federal 7 milyon + û Rojhilatê Kurdistanê jî 11 / 12 milyon). Jibo despêkê, piştgirî û tifaqên bi dewletên Îsrail û Fransayê ra bes e. Di bin parastina van du dewletan da Kurdistaneka xwedîyê 20 milyon nufûs, dikare têkeve nava jîyanê, bijî û pêşta here, xurt bibe. Di vê pêvajoyê da resma sîyasî û politik a navberneteweyî li meydanê ye û di nava wan resman da resmên herî kêrhatî û nêzîkî doza Kurd û Kurdistanê; resmên Îsrail û Fransayê ne û loma jibo despêkê min navên wan bibîranî. Lê di çarçoveya diplomasîyê da enerjîya sîyasetmedarên kurd divê li ser yek xetek were xerckirin ku em bikaribin raya giştî ya navberneteweyî îkna bikin. Bi taybetî jî îknakirina Britanya, Almanya, Îtalya û Amerika jî gelek girîng in. Em tenî dawa pêkanîna Prensibên Wilson ji wan dewletan bikin ku di pêvajoya sed salî da neheqîya herî mezin li kurdan hatîye kirin û loma ew dewlet hemî di wê çarçoveya neheqîyê da deyndarên kurdan in û divê ew deynên xwe bidin. Di vê çarçoveyê da jî astengîya herî mezin li pêşîya doza kurdan, Sistema Hovîtîya Ankarayê ye ku divê em wê jibîr nekin û li gora realiteya heyî bikevin nav hewildanan.