Encamên destjimêriya dengan tên ragihandin

Biryar e îro, encamên bi dest jimartina dengên hilbijartinên Perlemana Iraq bên ragihandin, ku di meha Gulanê de hatin encamdan.

Li gorî pêşbîniyan, ji bilî encamên herdu parêzgehên Enbar û Selahedîn, ti guhertinek di encamên niha û yên berê de tune.

Serkirdeyê di Hevpeymaniya Fetih a Hadî Amirî de, Neîm Ebûdî diyar kir, ku piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinan, wê hevpeymaniya wan gotûbêj û danûstendinan zêdetir bikin.

Hilbijartinên Perlemana Iraqê ku di 12ê Gulanê de hatibûn kirin, piştî ragihandina encaman, hejmarek ji aliyên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê, encam red kirin û nerazîbûna xwe li ser piroseya jimartina elektironîk ji dengan re dan xuyakirin.

Di encamê de, Encûmena Dadweriyê, lêkolînê di vê pirsê de dane destpêkirin û biryar hat stendin ku ew sindoqên gilî li ser wan hatine tomarkirin, bi dest bêne jimartin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin