Encama civîna Referandûmê: "Di navbare dezgehan de pêdiviyên birêveçûna hevahengî divê"

Di civîna 8ê Tîrmeha 2017ê ya Encûmenîya Bilind a Referandûmê de li ser 3 xalan biryar hatiye dayîn

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civîna 8ê Tîrmeha 2017ê ya Encûmenîya Bilind a Referandûmê de li ser 3 xalan biryar hate dayîn.

Yekem: Pabendbûna beşdarbûyên civînê bi biryar û raspardeyên civîna 07.06 (hezîran)2017 ya di derbarê diyarîkirina roja 25 Eylûla 2017 ya ji bo birêveçûna referandûmê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û çareserkirina proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û hewldanên ji bo baştirkirina debara jiyana xelkê.

Duyem: Ji bo hengavên kirdarî li amadekariyên hemû warên referandûmê heykeliyeta kar ya Encûmena Bilinda Referandûmê û jêr komîteyên din hate diyar kirin.

Sêyem: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve bi hemahengî li gel Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiya li Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar, pêdiviyên birêveçûna referandûmê peyda dike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin