Emmanuel Macron pêşwaziya Nadya Murad kir

Li Koşka Élysée Serokê Frensayê Emmanuel Macron pêşwazî li xwedana xelata Nobel a aştiyê Nadiye Murad kir.

Nadya Murad, xwedana xelata Nobelê ya aştyê û balyoza Neteweyên Yekgirtî ji bo pirsa bazirganiya bi mirovan, piştî civîna  ligel Serokê Frensa ragihand ku wê tekezî li ser dadgehkirina tawanbarên DAIŞê kiriye.

Nadya tekez kir ku qurbaniyên rizgarbûyên destê DAIŞê di rewşeke xerab de dijîn û got jî pêwîst e daxwazên wan werin bicihkirin.

Nadya Murad destpêka vê mehê ji aliyê Komîteya Nobel a Aştyê ve, wekî Xelatgîra Aştiyê ya Nobelê hatibû destnîşankirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin