Emîrê DAIŞê yê berpirsyarê êrişa Kobanî hat girtin

Wezareta Berevaniya Iraqê derbarê desteserkirina emîrê DAIŞê yê bi navê Abdunasir Qrdaş de ragihand ku yek ji cîgirên Ebûbekir Bexdadî bûye û ew ji êrişa Kobanî li Rojavayê Kurdistanê berpirsyar bû.

Navenda Nûçeyan - Şaxa Medyaya Ewlehiyê ya girêdayî Wezareta Berevaniya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê Abdunasir Qardaşê de ku duh hat girtin û navê wî di xelefên Serokê DAIŞê Ebubekir Bexdadiyê de derbas dibe, agahî parve kir.

Wezareta Berevaniya Iraqê diyar kir ku navê Abdunasir Qardaş ê rastîn Taha Ebdurehîm Ebdula Bekir el Xasanî ye, ew di sala 1967an de li Telafera navçeya Neynewayê hatiye dinyayê û li Mişeyrefeya taxa Mûsilê dijî.

Hat gotin Qardaş di sala 2007an de li Neynewa bûye endamê DAIŞê, li herêma El Cezîreyê jî heta dawiya salê walîtî kiriye û di nav vê demê de li hemberî hêzên Iraqê û sivîlan gelek operasyon kiriye.

Qardaş di serê sala 2010an de “bû alîkarê waliyê herêma Bakur û bi fermana Bexdadî bû waliyê wîlayetên bakur.”

Di sala 2011an de ew û Bexdadî li dervayî Bexdayê hatin çûne ba hevdu û bû serokê şaxa pîşesazî û pêşvabirinê. Paşê Bexdadî bo Sûriyê şand kuli wir cihên çek û teqemeniyan çêdikin ava bike.

Qardaş li Sûriyê bû waliyê herêma Rojhilatê (Heseke, Dêra zor û Reqa), piştî kuştina Ebu Mihemed El Ednanî yê ku yek ji serokê kadroya rêxistinê bû, bû cîgirê Bexdadî.

Di daxuyaniyê de hat gotin Qardaş li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji êrişa Kobanî û bidestxistina Tedmur (Palmîra), Heleb û Şamê berpirsyar bû, di çêkirina xaza xerdelê ya di êrîşên dijî hêzên Iraqê de hat bikaranîn tiliya wî hebûye û wê demê ji hemû karên rêvebiriyê berpirsyar bû.

Duh hêzên ewlehiyê daxuyanî dabun ajansa INAya Iraqê û gotibûn saziya îstixbaratê bi operasyonekê Qardaş girtine.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da