Emîne Şenyaşar: Em li edaletê digerên lê nîne

.

Dayîka Kurd Emîne Şenyaşar  a hevjîn û du kurên wê ji aliyê mirovên parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatîn kuştin, di Konferansa Demokrasî û Aştiyê de got: “Em li edaletê digerên lê edaleta vê hikumetê nemaye.”

Li bajarê Stenbolê îro Pêncşemê 24ê Hezîrana 2021ê ji aliyê Platforma Yeketî Bo Demorasiyê konferansek bi navê Konferansa Demokrasî û Aştiyê hat sazkirin.

Hejmareke zêde siyasetmedar, parlamenter, hiqûqnas, rojnamevan, çalakvan, komele û rêxistinên sivîl beşdarî di konferansê de kirin. Di konferansê de gellek mijarên civakî û rewşa debar û aboriyê hatine gotûbêj kirin. Beşdarên konferansê heman demê mijarên weke demokrasî, azadîya jinan û ragihandinê, kêşeyên jîngehê û çend mijarên din jî gotûbêj kirin.

Yek ji keseyatetiyên banga konferansê kiriye diplomatkar û siyastmedar Riza Turmen bû. Turmen di derbarê pirsa kurdî de demokrasyê weke kilîla çareseriyê dibîne.,

Dîplomat û siyasetmedar Riza Turmen got: “Ji bo çareserkirina pirsa kurdan jî, ji bo kêşeyên din jî pêwîstî bi demokrasiyê heye. Di bingeha pirsa Kurdan de jî demokrasî heye. Wate ji bo ku pirsa kurdan were çareserkirin pêwîst e demokrasî hebe û ji bo ku demokrasî were  jî pêwîst e pirsa Kurdan çareser bibe.”

Di konferansê de derbarê jiyana kar û mafê karkeran û derbarê mafê jinan û azadiya derbirînê, derbarê parastina jingehê û mijarên weke perwerde û tenduristiyê jî hatine gotûbêjkirin.

Her çend serdêrekî taybet bi pirsa Kurdan û Kurdistanê nebû jî lê di salonê de baweriya beşeke zêde ya beşdaran ew bû heta pirsa kurdan neyê çareserkirin, zehmet e pirsên din bêne çareserkirin.

Hevserokên berê yê HDPê Sezaî Temellî jî got: “Êdî li Tirkiyê civak û hemû alî dizanin ku heta pirsa Kurdan çareser nebe çi kêşeyên din çareser nabin. Aliyên ku dijayetî û dijminiya kurdan dikin jî êdî baş dizanin ku pirsa kurdan pirsa esasî ye û heta çaresar nebe çi kêşeyên din çareser nabin.”

Li kêleka hemû niqaşên li salona kongreyê hatine kirin gotina dawî her dîsa hêsrên dayîkeke kurd gotin. Roja 14ê Hezîrana 2018ê li sûka navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê kesûkarên kandîdekî AK Partiyê ve 2 kur û hevjînê wê jina kurd a bi navê Emîne Şenyaşar  hatin kuştin. Emîne Şenyaşar li konferasa demoksariyê daxwaza edaletê kir.

Dayîka Kurd Emîne şenyaşar got: “Ez ketime du şopê, ez çûme Enqerê, çûme Dîlokê, ez li Amedê jî li ddaletê geriyam. Lê edaleta vê hikumetê nemaye . Em li edaletê digerên lê edalat tine, ez dixwazim ku kurê min ê girtî were berdan.”

Di konfersanê de ji bilî gotara Emîne Şenyaşar tenê gotareke din a kurdî hebû,  ew jî ji aliyê Endama Dayikên Aştiyê Guler Bugday ve hate pêşkêşkirin,  ku wê jî ji daxwaza aştiyê û aramî û wehkevî kir.

Şewket Herkî / Rûdaw

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê