Emerîka: Me digel Tirkiyeyê li ser Minbicê li hev nekir

Berdevka Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Heather Nauert diyar kir ku di hevdîtinên bi rayedarên tirk re wan hîn li ser Minbicê li hev nekiriye.

Nauertê di brîfînga rojnamevanî de, li ser mijara Minbincê wiha axivî:

"Hîn me bi hikûmeta Tirkiyeyê re li hev nekiriye. Me beriya niha ragihand ku heyetên koma xebatê yên Amerîka-Tirkiyê roja Înê li Enqerê li hev civiya ne. Danûstandinên me yên li ser pirsên metirsîdar berdewam dikin. Her du aliyan li ser çarçoveya nexşerêya dahatûyê sînor xêz kirin, Minbic jî di nav de ye."

Berdevka Wezaretê herwiha bi bîr xist ku ji bo berdewamkirina hevdîtinan, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li benda hevdîtina li Washingtonê ya 4ê Hezîranê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin