'Emerîka li Sûriyê dimîne'

Berpirsekî pilebilind ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê radigihîne, Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê dimîne.

Berpirsekî ji Rêveberiya Xweser bêyî ku navê xwe aşkere bike ji rojnameya “aawsat” re got: “Berpirsên Amerîkî çend caran ji YPGê re tekez kirine, ku hêzên Amerîkayê li Bakurêrojhilata Sûriyê dimînin.”

Her wiha wî berpirsî got jî: “Serokê Amerîka Donad Trump li lûtkeya Helsinkiyê di hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de mayîna hêzên Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê ji Putin re ragihandiye.”

Herwiha wî berpirsî gotiye: “Artêşa Amerîkayê em agahdar kirine ku ew dimînin, da ku valahî çênebe û DAIŞ an hêzên Îranî venegere û wê valahiyê danegere.”

Got jî: “Em bi artêşa Amerîkayê re li ser plana sala 2018 – 2019an rêkeftine, ew plan jî rahênankirinên leşkerî, peydakirina aramiyê û şerê şanên nivistî yên DAIŞê lixwe digire.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin