Emerîka li ser boykotê got: Em li bendê ne

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand, pirsgirêkên li ser rewşa aboriya Tirkiyê beriya sepandina mueyîdeyên Amerîkayê li ser herdu wezîrên Tirk destpêkiribû.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di civîna rojane ya çapeniyê de li ser geşedanên dawî yên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de nirxandin kir.

Nauert, derbarê gotina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku ragihandibû: “Ew ê amûrên elektronîk yên Amerîkî boykot bikin” de, diyar kir ku ew ê li hêviyê bimînin bê ev yek wek siyasete Tirkiyê bi awayekî fermî dê bê meşandin yan na.

Herwiha Nauert destnîşan kir ku, têkiliya tengasiyên aboriya Tirkiyê bi rûdanên li gel  Amerîkayê re tune. Pêşxistina pêwendiyên di navbera herdu welatan de, bi vegera Keşe Andrew Brunson bo Amerîkayê dê pêk were.   

Heather Nauert, Rûdanên li Tirkiyê diqewimin ne encamên siyaseta Amerîkayê ye,  pirsgirêkên li ser rewşa aboriya Tirkiyê beriya sepandina mueyîdeyên Amerîkayê li ser herdu wezîrên Tirk destpêkiribû.

Nauert, li ser rewşa Brunson diyar kir, ku ew ji tu pêşveçûna hayedar e, bi Tirkiyê re peywendiyên me dewam dikin. Me hêviyên xwe bi awayekî vekirî ji Tirkiyê re ragihandiye.

Herwiha daxwaza Washingtonê ya ji bilî Brunson, derbarê serbest berdana Serdar Golge yê xebatkarê NASAyê û 3 xebatkarê balyozxaneyê jî anî ziman.

 

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin