Emerîka: Îran mudaxeleyî hilbijartina Iraqê dike

Wezîrê Berevaniya Amerîka ragihand, ku belgeyên giring di ber destê wan de hene, ku nîşan didin Îran dê destwerdanê di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de bike.

James Mattis ragihand ku li gor belgeyên heyî Îran hewl dide bi dana pereyan bandorê li ser hilbijartinên parlementoya Iraqê bike.

Mattis herwiha bale kişandiye ser vê yekê ku Îran hewl dide bi rêya wan pereyan bandorê li ser berbijêr û dengên wan bike, lê Mattis ti hûrgiliyên din di vî warî de aşkere nekir.

Mattis diyar kir, ew wan hewlên Îranê bêisûd dibînin.

Biryar e di 12ê Gulana îsal de hilbijartinên parlamentoya iraqê birêve biçin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin