Emerîka dubare kir:Hêzên me dimînin!

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê DYAyê Brett McGurk mayîna hêzên Emerîkayê cardin bibîr xist û got: Ji bo têkçûna DAIŞê pêdivî bi demê û xebateke mezin li pêşiya hevpeymana navdewletî heye."

Nûnerê Serokê Amerîka Donald Trump ê li dijî DAIŞê Brett McGurk di axaftina xwe ya civîna çapemenî de ji bo mana hêzên wan li Sûriyeyê got: "Hetanî DAIŞ bi temamî têk neçe wê hêzên me li Sûriyeyê bimînin. Pewistî bi demê heye."

 

Brett McGur di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên me wê li navçeya Tenef ku dikeve başûr rojhilatê Sûriyeyê bimînin û ji bo herêmên din jî ti niyeteke me tine ye ku em hêzên xwe vekişînin. Ji bo têkçûna DAIŞê pêdivî bi demê û xebateke mezin li pêşiya hevpeymana navdewletî heye."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin