Emanet Yekîtî!

Mihyedîn Nahrîn

Rojekê zilamekî extîyar dikeve ber sikratê. Dema dikeve ber sikratê gazî hemû lawên xwe dike û ji wan re gotinên xweyên dawî tîne ziman.

Gazî her yekî lawê xwe dike û çiqlekî piçûk dide wan û ji wan dixwaze wan çiqlê di destên wan de bişkînin. Her law çiqlê di destên xwe de birehetî dişkîne.

Bav dengê xwe dernaxe biqasî hejmera lawên xwe çiqlan lihev kom dike û wan bitayekî saxlem girê dide. Piştre gazî lawê xwe yê mezin dike û wî çiqlên şidayî dide destên wî. Jê daxwaz dike wekî çiqlê ku şikandî van çiqlan jî bişkîne. Lawê mezin dike nake nikare çiqlan bişkîne. Wisa wisa dor dighîje heta lawê biçûk. Yekî tenê jî nikare wan çiqlan bişkînin.

Bav di dawîya lîstikê de li lawên xwe dinêre û ji wan re dibêje: “Lawên min binêrin hûn her yek wekî vî çiqlî zeîf û bitenê ne û dijmin birehetî dikare zora we bibe. Lê gava hûn bên ba hev û dest bidin hev û yekîtîya xwe pêk bînin kesek bi we nikare.”

Piştî gotina xwe bidawî dike bav serê xwe dideyne ser balgeha xwe û rehmet dike.

 

Mezinên me ji berê de gotine. Geh Ehmedê Xanî be, Geh Celadet Alî Bedirxan be, geh Cegerxwîn be û hwd.. hemûyan jî ji me re qala girîngîya yekîtîyê kirin.

Ne îro tenê her roj û her gav yekîtî pêwîst e.

Emanet yekîtî û destê hevgirtin!

Emanet yekîtî û destê hevgirtin!

Emanet yekîtî û destê hevgirtin!