"Em şewitandina depoya weşanxeneya Avesta şermezar dikin"

Em şewitandina depoya weşanxeneya Avesta şermezar dikin

Depoya Weşanxeneya Avesta, ku yek ji weşanxaneyên Kurdî ye û heya niha bi dehan berhemên Kurdî çap û belav kiriye, ketiye ber êrîşa neyarên pirtûkên kurdî.

Kesên “nediyar” bi şev, bi molotofan êrîş kirine ser depaya Avesta li Amedê û şewitandine. Di encama vê êrîşa kirêt û hov, bi hezaran pirtûkên Kurdî şewitîne û bêkêr bûne.

Heya niha faîlên vî karê ne mirovî ne hatiye girtin û berpirsên Avesta jî dibêjin “jî bo me eşkere nine, ku kê êrîş kiriye ser depoyê me.”

Nav û nasnameya faîlên vî karê kîrêt, yên ku molotof avêtîne kî dibin, bila bin, guman têda nîne, ku dijminê zimanê Kurdî ne, neyarê pirtûkê ne, dijî ronahî û geşbûna çand û zimanê me ne, parêzerê tarîtîyê û nezanîyê ne.

Em şewitandina depoya Weşanxeneya Avesta bi tundî mehkum dikin û daxwaz dikin, ku berpirsên vî karê ne mirovî herçî zûtir bêne girtin û eşkere kirin.

Em piştgiriya xwe pêşkeşê Weşanxeneya Avesta dikin û amade ne her cure alikariyê, ku bi me çêbe.

12.06.2016

Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PAKURD, PSK

  

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin