Em rê nadin hêzên Iraqê ji Kurdistanê derbas bibin

Şêx Cefer Mistefa (Fermandarê hêzên yekêneyên 70) got, heger rê li ber Pêşmerge bê girtin ku tevî operasyona Mûsilê nebe, ew jî wê rê nadin hêzên Iraqê li ser axa Kurdistanê re derbasî Musilê bibe.

Fermandarê Yekîneyên 70mîn ên Hêzên Pêşmerge (ku bi ser YNK ne) Şêx Cefer Mistefa heger rê li ber  Pêşmerge bê girtin ku tevî operasyona Mûsilê nebe, ew jî wê rê nadin hêzên Iraqê  li ser axa Kurdistanê re derbasî Musilê bibe. Ji aliyê rojhilat û rojavayê bajêr ve piraniya derdora bajêr di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye.

Şêx Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên Pêşmerge ji çarê sisêyê bajêrê Mûsilê dorpêç kiriye. Li herêmê xeynî Pêşmerge tu hêzeke din nîne. Ji ber vê yekê bêyî alîkariya Pêşmerge azadkirina Mûsilê ne mumkun e."

Di dawiya axaftina xwe de Şêx Cafer got, em gotinên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên ”Emê destûrê nedin Pêşmerge beşdarî operasyonê bibin” cidî nagrin û berdewam kir ”Hêzên Iraqê dev ji Mûsilê berde nikare bê bi alîkariya Pêşmerge û hevpeymaniyê li tu ciyekê jî kontrol bike. Heger Artêşa Iraqê nehêlê Hêzên Pêşmergeyen Kurdistanê tevlî operasyona Mûsilê bibin, em jî rê nadin artêş axa me bi kar bîne."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin