“Em ji karên terorîstî yên cîhgirê Silêmanî ne berpirs in”

Rêveberê payebilind ê Iraqê radigehîne, ku welatê wan berpirs nîne ji karên terorîstî yên cîhgirê Qasim Silêmanî.

Navenda Nûçeyan - Îro 02.04.2020ê serokê partîya Umme ya Iraqê Mîsal Alusî di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, fermandarê nû yê sipaha Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî di serdana xwe ya Bexdayê de tenê li gel wan rêveberên Iraqê civîyaye ku ferman ji Îranê verdigrin.

Mîsal Alusî hişyarî da û ragehand, Iraq bi gel û dewletê ve berpirs nîne ji karên terorîstî yên navnetewî yên Qaanî û maşikên wî yên li Iraqê.

Piştî kuştina Qasim Silêmanî, Îsmaîl Qaanî wek fermandarê nû yê Hêza Quds a Îranê ya ser bi sipaha pasdaran hat dîyar kirin.

Basnews

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin