Elî Ewnî peyama hevxemiya Serok Barzanî gihand malbata Qedrî Yildirim

.

Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî li ser navê Serok Mesûd Barzanî li Diyarbekirê serdana malbata Prof.Dr. Qedrî Yildirim kirEndamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî li ser navê Serok Mesûd Barzanî li Diyarbekirê serdana malbata Prof.Dr. Qedrî Yildirim kir

 Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî li ser navê Serok Mesûd Barzanî li Diyarbekirê serdana malbata Prof.Dr. Qedrî Yildirim kir û peyama hevxemiya Serok Barzanî gihand malbata Qedrî Yildirim û got; bila bê zanîn ku Serokê we hay ji we heye û qedir dide qelama we.

Akademîsyen û pisporê zimanê kurdî Prof. Dr. Qedrî Yildirim di 26ê Adarê de li Diyarbekirê wefat kiribû. Piştî wefata Mamoste Qedrî Yildirim, Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kiribû.

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî, li ser navê Serok Mesûd Barzanî li Diyarbekirê serdana malbata Prof.Dr. Qedrî Yildirim kir û peyama hevxemiya Serok Barzanî gihand malbata Prof. Dr.Qedrî Yildirim.

Elî Ewnî got; peyama Serok Barzanî ew e ku ne tenê bo Qedrî Yildirim belkû bo hemû wan kesên di tor û edeb û çanda kurdî de dixebitin, da bizanin Serok Barzanî hay ji we heye, hay ji westiyana we heye û qedrê dide qelema we û bizanibin miletê we û Serokê we qedrê qelema we dizane û hûn ezîzên gelê xwe ne û karê we û westiyana  we bo we serbilindî ye û bo me jî man û jiyan e. 
K24

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye