Elî Babacan: Divê Selahedîn Demîrtaş were azadkirin

Wezîrê Berê yê Darayî Elî Babacan ku amadekarîya damezrandina partîyeke nû dike dibêje, divê Selahedîn Demîrtaş were azadkirin û fişar li HDPê neyên kirin.

Navenda Nûçeyan- Elî Babacan, ku bi piştevanîya Serokomarê Berê yê Tirkîyê Abdulah Gul amadekarîya damezrandina partîyeke nû dike dibêje, ew dê di nav meha yekê ya 2020an de partîya xwe damezrîn in. Babacan got, partîya wan, dê bibe partîyek navendî û sîstema takekesî dinav partîya xwe de jî qebûl nakin.

Babacan îddîa dike ku ew dê aborîya Tirkîyê di nav mehekê de rast bikinm ku rêya vê di zêdekirina maf û azadîyan re derbas dibe.

Herwiha Elî Babacan got, divê ji bo sîyasetê pêîya HDPê were vekirin û nabe Selahedîn Demîrtaş, bi awayek girtî were dadgehkirin.

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Ez naxwazim Tirkiye were başûrê Sûriyeyê
Sebah Numan: Lêkolîn derbarê êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêmê berdewam e
Mamoste û xwendekar dixwazin ku waneyên zanistî jî bi Kurdî bin
Gulan Avci: Gefa kuştinê li min û zarokên min hat xwarin
NATOyê li ser vekişîna ji Îraqê daxuyanî da