Elektirîka cotkarên Bakurê Kurdistanê tê qutkirin

.

 Kompanya Firotina Elektrîkê ya Dîcle (DEPSAŞ) ku li parêzgehên Bakurê Kurdistane elektrîkê difroşe  ragihand ku eger cotkar deynên xwe yên elektrîkê nedin, dê elektrîka wan qut bikin.

Kompanya Firotina Elektrîkê ya Dîcle, rewşa cotkarên ku ji ber hişksaliyê nikarîbûn deynên xwe yê elektrîkê bidin berçav negirt û derbarê deynên cotkaran de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de DEPSAŞ diyar dike ku eger cotkar deynên elektrîkê nedin dê elektrîk bo wan neyê dayîn û tê îdîa kirin ku ji ber hişkesaliya di navbera mehên Çile û Nîsanê de bikaranîna elektrîkê ji sedî 350 zêde bûye.

DEPSAŞ diyar kir ji ber zêde bikaranîna elektrîkê wan 800 milyon lîre zerar kirine û dibêje: “Her faturaya ku nayê dayîn barê me jî giran dike û deynên avdaniya çandiniyê yên li bajarên Merdîn û Rihayê jî jêr kontrola me derdixîne. Deynên aboneyên me yên avdaniya çandiniyê di Adara 2021an 4,5 milyar lirayê Tirkiyê derbas kiriye. Ne mimkin e em bihêlin ev prose bi vî awayî berdewam bike.”

(Rûdaw) 

Kurdistan Haberleri

Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir