Elaedîn Mihemed Bêcirmanî koça dawî kir

.

Yek ji damezrînerên Komeleya Xwendekarên Kurd a li Ewropayê Dr. Elaedîn Mihemed Bêcirmanî koça dawî kir. 

Yek ji damezrînerên Komeleya Xwendekarên Kurd a li Ewropayê Dr. Elaedîn Mihemed Bêcirmanî koça dawî kir.

Dr. Elaedîn Mihemed Bêcirmanî li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê koça dawî kir.

Bêcirmanî roja înê 14ê Gulanê li Berlînê hate bixakspartin.  

Elaedîn Mihemed Bêcirmanî di sala 1938an de li gundê Dugir ê ser bi bajarê Tirbespiyê jidayîk bûye.

Piştî ku malbata wî li bajarê Qamişlo niştecî bû, perwerdehiya xwe heta sala 1962an li wî bajarî xwend.

Ji bo xwendina zanîngehê çû welatê Çekoslavakya û li wê derê endezyariya çandiniyê xwend û piştre di heman warî de perwerdeya doktorayê temam kir.

Li Çekoslavakyayê pêwendiyeke wî ya taybet bi Ebdurehman Qasimlo û hevalên wî yên din ên Kurd re hebû û bi hev re li Ewropayê Komeleya Xwendekarên Kurd damezrandin.

Elaedîn Mihemed Bêcirmanî piştre li Berlînê niştecî bû û pêwendiyên wî yên bihêz ligel partî û kesayetên ji her çar parçeyên Kurdistanê hebû.

(K24) 

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn