El-Beşîr kete girtîgehê

Dîktatorê berê yê Sûdanê Omer El-Beşîr ku heftîya borî ji kar hatibû dûrxistin bo Girtîgeha Kobarê ya li paytext Hartûmê ku bi îşkenceyan navdar e, hatî veguhastin.

2 kesên ji malbata Beşîrî, ji Reutersê ra ragihandine ku doh derengê şevê El- Beşîr birine Girtîgeha Hartûmê.

Girtîgeha Kolbarê ya li peytaxt Hartûmê ev girtîgeh e ku bi îşkence û binpêkirinên mafên mirovan ên di serdema 30 salan a birêvebirîya Omer El-Beşîr da, bi nav û deng bû.

El-Beşîr, 30 sal welatê Sûdanê wekî Serokê wî welatî, bi zordestî û dîktatorîyê bi rê ve bir. Piştî xwepêşandanên girseyî, heftîya borî El-Beşîr ji alîyê Artêşa Sûdanê va, ji kar hat dûrxistin.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye