Ekofesta 2019ê wê dest pê bike: Xwarina me nasnameya me ye

Îsal Ekofest wê cara 5em pêk bê. Slogana festîvalê wê “Xwarina me nasnameya me ye” be.

Îsal Ekofest wê cara 5em pêk bê. Slogana festîvalê wê “Xwarina me nasnameya me ye” be.

Ekofest, festîvala ekolojîst û jîngehparêzan îsal wê di navbera 21 û 25ê Tebaxê de pêk bê. Komeleya Parastina Jîngeh û Berhemên Çandî yên Çiyayên Qazan festîvalê li dar dixe û dixwaze balê bikişîne ser pirsgirêkên jîngehê yên li Çiyayên Qazan û li derdora wê.

Ekofest cara pêşiyê di sala 2014ê de pêk hatiye. Di wê salê de slogana festîvalê “Çem wê azad biherikin” bû. Di wê salê de bal kişandibû ser Bendava Mihliyê ya dihat plankirin li ser Çemê Mihliyê bê çêkirin ku li Çiyayên Qazan e. Her weha di rojeva çalakvanan de projeyên Santralên Hîdroelektrîk ên li ser Kendava Edremîtê û robaran.

Di sala 2015ê de “daristan”, di sala 2017ê de “ax”, di sala 2018ê de “roj têra me dike” ango di bin sernavê “enerjiyê” de hatiye pêkanîn. Slogana îsal a festîvalê wê “Xwarina me nasnameya me ye” be.

 

 

Di festîvalê de li ser mijarên weke tenduristiya civakî û xidayê, veganiya têberdewamkirin, civîna saziyên sivîl û hin ên din wê gotûbêj li dar bikevin.

Ji bo programa festîvalê vê lînkê bitikînin

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye