Siddik Bozarslan
Ehmedê Xanîyê Nû Mehmet Emîn Bozarslan, çû ser dilovanîya xwe !
Miletê Kurd, roja 22yê kanûna paşîn 2026, seet di 19.30yî da li bajarê Uppsalayê, li Swedê organekî xwe yê girîng û mezin winda kir ku ev organê neteweyî Mamosteyê Qedirbilind, Mehmet Emîn Bozarslan bû. Wekî ku mamosteyê gorbihişt Mele Hesenê Botî di havîna 1980yî da li Batmanê, li mala xwe ji min û Şêxmûsê Hemo ra gotibû: ”Mamosteyên mezin wek Mamoste Bozarslan û Mamoste Beşikçi, zêde nayên vê dinyayê û di nava bi deh milyonan, bi sed milyonan mirov da û di nava sed salan da carekî tên dinyayê û loma ew wek jimare kesên gelek gelek hindik in ku divê mirov qedrê wan baş bizanibe. Bêsedem nîne ku bapîrên me gotine: ´Mirina zanayek, mirina welatek e!´ Ev gotina pêşîyan, tam li gora beşnên Seydayên Bozarslan û Beşikçi ne! Lê pir heyf ku jibo kitêbeka li ser şêx û axayan, xulamên wan xwestine Muftîyê Kulpê bikujin, wî bêîman û bêdîn îlan kirine û ew propaganda heta erdên Batmanê jî belav bûye. Em hew qas civateke nezan û belengaz in, îro li sûka Batmanê ez û seydayê Bozarslan eger digel hev bimeşin, bawer bikin hinik nezanên me yên dîn dikarin me herduyan jî bikujin..” Lewra ez divê bêjim, bila serê miletê kurd sax be! Bavê kurdan, xatir ji me xwest û ber bi rîyeke gelek dirêj ve meşîya û çû, hey çu! Oxir be mamosteyê me yê gewre! Rihê teyê pak dê di nav milet da her bîjî!
Ehmedê Xanîyê Sedsala me M. Emîn Bozarslan, demeke dirêj bû li bajarê Uppsalayê li Swêdê dijîya; lê ji ber temenê xwe yê 93 salî (li gora cuzdana wî ya nufûsê ew di 1934an da hatîye dinyayê, lê temenê wî salek biçûk hatîye nivîsîn, loma ew di 1933yan da çêbûye û li gora wê, temenê wî dibe 93 sal), ev çend meh bû ku ew nikaribû karê xwe yê nivîskarîyê bidomîne û roja 22.01. 2026an (22yê kanûna paşîn 2026) seet 19.30 çû ser dilovanîya xwe. Li ser daxwaza mamoste, ew li Uppsalayê ji alîyê malbatê ve hat veşartin û tazîya wî roja çarşemê ya 11ê sibatê 2026an (11.02.2026) li heman bajarî û ji alîyê malbatê ve hat çêkirin. Divê were zanîn ku mamoste heta çar rojên jîyana xwe ya dawîyê jî li ser pîyan bû û tenê çar rojên dawîyê di nava livînên xwe da paldayî ma û roja dawîyê jî wekî ku mirov di xew da biçe, raza û ber bi koça dawîyê ve mala xwe barkir. Piştî tazîyeyê ez pê hesîyam ku hin xoşevîstên civata me, ji ber biçûkbûna cîyê tazîyê û sînorkirina wexteke hindik û di roja kar da çêkirina tazîyê û wd. gilî û gazinên xwe di medya civatî da dane zanîn û di wê çarçoveyê da rexneyên xwe eşkera kirine. Bê guman ew rexneyên wan ên heqîyê ne û kêmasî jî wek kêmasîyên mala kurdî bixwe divê werin qebûlkirin.
Mamoste Bozarslan, di nava kurdên Swêdê da kesekî taybetî bû ku tenê bi karên xwe yên lêkolînî û nivîsînên di derbarê dîrok, ziman û edebîyata kurdî da dixebitî û ji bil wan xebatên xwe têkilîyên wî yên civatî yên taybetî hema bêje qet tunebû. Bi tabîra wî ew paleyekî bû lê paleyekî gelek zîrek bû û rawestandin û bîhnvedan qet nedihat bîra wî. Kêm – zêde wî rojê 15-17 seet kar dikir ku ev jibo paleyên ji rêzê ne mumkun bûn ku hew qas bikaribin enerjiya xwe xerc bikin û bixebitin. Bi wê tempoya xebatê çend car tendurustîya wî xirab dibe û doktor xebatê lê qedexe dike. Ew jî mecbûr dibe ku demek (du-sê roj) be jî piçek bêhnvedan têxe navberê da ku hêza vucudê were ser xwe. Lê balkêş bû ku piştî du-sê rojên piştî nexweşîyê, wî dîsa bi tempoya xwe ya berê karê xwe didomand. Lewra mamoste, tenê bi karên xwe ve mijul bû û haya wî ji dinyayê qet tunebû. Ne ew diçû mêvanîyê û ne mêvan qebûl dikir. Mêvanên ku qebûl jî kirîye, li gora wexteke bi sînorkirî bûye; dema ew wext temam bûye, seetê nîşanê mêvanê / mêvanên xwe daye û rîya derîyê malê nîşan daye û gotîye ku ”wext temam bûye, li qusûrê min nenêre / nenêrin, divê ez karên xwe bidomînim.”
Di vê çarçoveyê da ez carek bûn şahidê wî û xoşevîstê Beşikçiyê qedirbilind. (Ew her du hevlên hev ên zindana Amedê ne jî) Mamoste Beşikçi, cara ewil bû ku hatibû Swed. Li Stockholmê, piştî xilasbûna semînera Beşikçi, ez jî çûm nik wan ku her du jî li ser pîyan diaxifîn. Di dawîyê da Mamoste Bozarslan ji Beşikçi ra got: ”Min bibexşîn Îsmaîl, ez dê nikaribim beşdarîya bernameya êvarê bikim ku jibo we hatîye amadekirin. Îsmaîl, ez dê li vir bi destûra te xatir ji te bixwazim û herim mal. Tu dizanî, ez îro bo xatirê te qet nexebitîm, ez divê herim mal û karê xwe bidomînim.” Li ser van gotinên Bozarslan, Beşikçi jî bi uslûbeke kîbar li Bozarslan zivirand û weha got: ”Na xêr, Kek M. Emîn, em ji sibehê ve digel hev in û ev jibo min bes bû û ez bi dîtina te pir kêfxweş bûm.”
Piştî ku Beşikçi û Bozarslan xatir ji hev xwestin, ez digel Bozarslan heta stationa trênê meşîyan (15-20 deqîqe) û min wî li trênê siwar kir û ew çû mala xwe û ez jî zivirîm cîyê konferansê. Ez dê li vir hewl bidim xwe da ku xebatên Mamostayê Qedirbilind bi piralî raxînim pêşîya we xwendoxên hêja. Lê bi destûra hezkiroxên dîrok, ziman û edebîyata kurdî, ez dixwazim bi munasebeta 21ê sibatê Roja Zimanêdayîkê ya Navberneteweyî, jibo zimanê kurdî ku Mamoste Bozarslan bi salan li ser xebitîye; beşeke biçûk ji wê çarçoveyê dest pêbikim û vê nivîsarê wek rêzenivêsara ewil raxînim pêşîya we xoşevîstan.
Sal, 1966 e, yanî tam 60 sal berê, bi navê ”Doğunun Sorunları” (Şola Rojhilatê) Kitêba Mehmet Emîn Bozarslan ji alîyê ŞAFAK KİTABEVİ ve hatiye weşandin. Navnîşana xwestina kitêbê jî, Nil Pasajı ya li DİYARBAKIR e. Kitêb tirkî ye, 209 rûpel e û ji deh beşan pêk hatîye. Beşê Diduyan (R. 48-70) di derbarê ”Doğunun Kültürel Durumu” (Rewşa Kultûrî ya Rojhilatê” da ye. Di despêka vî beşî da Bozarslan, Madeya 50emîn a destûra dewletê pêşkêş kirîye ku weha hatîye nivîsîn: ”Pêkanîna pêdivîyên / lazimîyên perwerde û hînkirinê ya gel, vatinîyê sereke ya dewletê ye.” Piştî dîyarkirina wê madeyê Bozarslan, ji devê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî, hevoka ”Di warê cehaletê da Turkîye, li cîhanê çaremîn e.” dide ber çavan û pêşkêşî civata xwe dike ku di warê cehaletê da kurd dikarin bibin şampîyonê cîhanê.
Mamoste Bozarslan di vî beşê kitêbê da piralî li ser qedexekirina kurdî, wek numûne bi îsrar û înadê di nufûsê da kurd wek tirk hatine nivîsîn, qedexekirin û înkarkirina kurdî bi mînakên cuda raxistîye meydanê û di gelek daîreyên dewletê da jibo kurdan tercuman hatîye xebitandin û wd.. Bi awayeke dî Bozarslan, dawa resmîkirina zimanê kurdî kirîye ku wê demê ev nuqte gelek gelek girîng bûye.
Beşê Çaran ’Doğuda Halk Devlet İlişkileri’ (li Rojhilat tekilîyên xelkê û dewletê, r. 117- 135) ye. Di despêka vî beşî da Madeya 2ê ya destûrê (Yasaya Esasî) cî girtîye ku weha ye: ”Komara Turkîyê, dewleteka huquqî, laik û civatî ye ku li ser despêka prensîbên bingehîn ên milî, demokratik û mafên mirovî ve girêdayî ye.”
Di wê çarçoveya madeya destûrê da Mamoste Bozarslan, bi hûrgilî hunandina dewletê û têkilîyên dewletê digel civata kurd analiz dike û radixe meydanê ku di pratika têkilîyên dewletê û kurdan da ew made neketîye nav jîyanê. Ji ber ku di nîzama dewletê da cîyê kurdan jibo huquqê tunebûye. Mamoste wek mîsaleke beloqa berbiçav jî teda û zulma cendirmeyan li ser kurdan nîşan dide û madeya 14 /3-4 ê destûrê wek numûne nîşan dide ku dibêje: ” Cezayê ku ne laiqê heysîyeta mirovî be, nayê dayîn.” Li wir wek misal cî daye nameyeka fermandarê Karakola Bayrampaşa ya Farqînê (Silvan) ku ji dostekî xwe ra rêkirîye Ankarê û ew name bi şaşîtî ketîye destê rojnameya Cumhuriyetê û ew li wir hatîye weşandin. Fermandar beg ji dostê xwe ra daye xuyakirin ku her kesekî ku şolê wî li karakolê hebe, ew 500 lira ji mecbûrî dide û wî gelek pere li ser pişta wan gundîyan (ew 19 gund û 9 muxtarî bûne ku girêdayê karakolê bûne) civandîye û wî li Dîyarbekrê arsayek (erdek) sitandîye ku apartmanek tê da çêke.
Mamoste Bozarslan, bi mîsalên cuda raxistîye meydanê ku têkilîyên Dewleta Tirk jibo kurdan, têkilîyên kolonî û kolonyalistîyê ne ku ew, tespîteka herî giring e jibo miletê kurd. (r. 130). Ji ber ku civateka kolonî, berî her tiştî divê ji bin destê kolonyalizmê, yanî bi tabîreka dî ji bin nîrê koledarîyê divê rizgar bibe ku ew civat jî azad bibe. Li gora salên orta 1960î tespîtên kolonî û kolonyalizmê û resmîkirina zimanê kurdî, du nuqteyên herî girîng in di tevayîya pirtûkê da. Her çi qas li gora şertên wê demê yên gelek dijwar, di pirtûkê da zimanê ezoyê hatîye xebitandin ku di şûna Kurdistanê da gotina rojhilat hatîye xebitandin jî; lê ji neçarîyê ew metot hatîye xebitandin da ku kitêbên wî werin belavkirin û bigihin destê xwendevanên kurd. Mamoste Bozarslan adeta wek terzîyekî, wek necarekî û wek berberekî ku pîşekarên her civatê ne û di civatên xwe da rolên giring lihîstine; wî jî wan pîşekarîyan bi hostatî bi karanîye.
Bêguman Mamoste Bozarslan qîma xwe bi wê kitêba ku navê wê li jor hatîye nivîsîn neanîye û di 1968an da jî Alfabe ya Kurdî kîtêbeka 64 rûpelî weşandîye ku di heman roja ewil da kitêb hatîye qedexekirin û komkirin da ku neyê belavkirin. Eger tabîr di cîyê xwe da be, Alfabe ya kurdî, adeta bû bombeyek jibo hîmê Dewleta Turk a dagirker. Dema Bozarslan derdikeve huzura Dadgeha Turk, dozkarê dadgehê bi dengeke qêrînê adeta heqaretan li civata kurd û li zimanê kurdî kirîye. Ew dozkarê cinawir, adeta wek serxweş û pêxwasên kuçeyên Xançepeka Amedê, ketîye merhaleya xwewendakirinê; êdî Bozarslan zêde nikare tehamul bike û çenteya xwe ya biçûk ku alfabeyek wek numûne tê da bûye, digire desê xwe û ber bi dozkar begê ve dimeşe û bi dengeke nizim û kîbar ji dozkar ra weha dibêje:
”Dozkarê berêz, ji kerema xwe ra zêde xwe meqeherîne, ev hêrsbûna te dikare bibe semedê nexweşîyek ku tendurûstîya te xirab bibe. Baş e, ez benî, madem kurdî tune ye, ji kerema xwe ra wê dawayê biçirîne û dev ji wê sucdarîya ku we li min kirîye berde; de haydê bi xatirê te, ez vaye diçim mala xwe…” û ber bi derîyê derveyê salonê ve dimeşe ku here derve. Dozkar Begê cinawir, hema di carek da tê ser hişê xwe û bi lez diçe, digihije milekî Bozarslan digire û jê ra weha dibêje: ”Raweste, raweste, berêz Bozarslan, hûn hema nikarin bi vî awayî ji salona me ya dadgehê derkevîn der û herin. Fermo were, dîsa li cîyê xwe danişe û rune. Ma weha dibe ku tu bimeşî û bersîvên me nedî. Dadgeha me hê dest pênekirîye! De fermo, kerem bike, li cîyê xwe rune!..” Mamoste Bozarslan, ji neçarîyê dizivire cîyê xwe û dadgehkirina wî ji nûve dest pêdike. Dadgehkirina Bozarslan, bi awayeke gelek kurt encam dide û bi ”Sedemê parçekirina Dewleta Turk” biryar tê dayîn û Mamoste Bozarslan rêdikin zindanê. (Min li vir gotinên ku Mamoste Bozarslan di derbarê dadgehkirinê da ji min ra gotibû, pêşkêşî we hêjayan kir.)
Ez dixwazim kitêbên M. Emîn Bozarslan li jêr weha rêz bikim:
1 - Meyro 80 r.(rûpel) W. Deng, çapa 3.yan Uppsala- Swed 1995 (Pirtûka kurteçîrokan, çapa 2.yem Borås-Swed 1981, çapa pêşîn 1979 Stanbol; Bozarslan di 15.11.1978an da bi munasebeta şehîdkirina kurê xwe Xenî Bozarslan ê nivîskar û hozan ku di 10.05.1978an da ji alîyê ´hêzên tarî´ ve hatîye kuştin, wê pirtûka xwe dîyarî kirîye. Lê ji alîyê min ve ew hêzên dewleta dagirker bi rîya D. Perinçek ve hatîye kuştin ku Perinçek digel Y. Kuçuk, du kesên aqilmend û mamosteyên A. Ocalan in ku bi sed hezaran xort û keçên me jibo ´Demokratik Cumhuriyet´ê dane kuştin.); 2 - Mîr Zoro 80 r. 1981 Borås-Swed (Meselokên lawiran I); 3 - Gurê Bilûrvan 76 r. Borås-Swed 1982 Invandrarförlaget (Meselokên lawiran II); 4- Kêz Xatûn 80 r. Borås-Swed 1982 Invandrarförlaget (Meselokên lawiran III); 5 - Serketina Mişkan 128 r. Swed 1984 (çapa duyem Stanbol, Tirmeh 2005 - Meselokên lawiran IV); 6 - Pepûk 71 r. 1985, W. Deng, Swed (Meselokên lawiran V); 7- Gulî Xatûn 88 r. W. Deng, Uppsala Swed, Adar 1997 (Çîrokên Gelî I); 8 - Kurê Mîrê Masîyan 116 r. W. Deng, Adar 1998 (Çîrokên Gelî II); 9 – Mela Kulî 96 r. W. Deng Uppsala Swed, gulan 1991(Pêkenokên Gelî V); 10 – Bûka Gulsûn 88 r. W. Deng Uppsala Swed, çirîya pêşîn 1990 (pêkenokên Gelî IV) ; 11 – Îlmê Tûrik 148 r. W. Deng Swed 1989 (çapa diduyan çirîya pêşîn 2011, Pêkenokên Gelî III; ; 12 – Ji Dînan Dîntir 72 r. W. Deng Swed, Çirîya pêşîn 1988, W. Deng Uppsala Swed (Pêkenokên Gelî II); 13 – Masîyên Bejî 70 r. W. Deng Çirîya pêşîn 1987 Swed (Pêkenokên Gelî I); 14 – Kemal Paşa Weledê Kê ye? 98 r. W. Deng Swed, gulan 1993 (Meselokên sîyasî) ; 15 – Şerefa Ristem Keya 123 r, W. Deng, Uppsala Swed, çirîya paşîn 1992 (Pirtûka kurteçîrokan);. 16 – Melayê Meşhûr 90 r. 1986 W. Deng Swed; 17 – Gulê û Sîno 213 r. W. Deng, çapa pêşîn stanbol, çileya paşîn 2002 (Çîrokên Gelî VI) ; 18 – Dîtinhezar 216 r. W. Deng, çapa pêşîn, çirîya pêşîn 2000 Stanbol (Çîrokên Gelî V); 19 – Keçika Qirşfiroş 214 r. W. Deng, çirîya paşîn 1999 Stanbol (Çîrokên Gelî IV) ; 20 – Keçika Darîn 232 r. W. Deng Hezîran 1999 Stanbol (Çîrokên Gelî III) ; 21 – Di Edebîyata Kurdî û Folklora Kurdî da Hûner 287 r. W. Deng îlon 2021 Amed; 22 – Kürd Teavün ve Terakki Gazatesi 497 r. W. Deng Swed, Adar 1998); 23 – Mem û Zîn 703 r. ; 24, 25 - Baxçê Zimên (2 cild) 1354 r.; 26, 27 – Kurdistan (2 cild) 580 r. W. Deng Swed 1991; 28, 29, 30, 31, 32 – Jîn (5 cild) 1063 r. W. Deng 1985-1988 Swed; 33, 34, 35, 36 – Ferhenga Kurdî-Kurdî (4 cild) 3662 r. W. Deng, Çirîya Pêşîn 2011- Adar 2021 Stanbol; 37. Îdyomên Kurdî, cild 1, 642 r. W. Deng Stanbol 2024 (mamoste, sala dawîyê li ser cildê 2yan dixebitî, îhtîmal e ku ew cild temam nebûye) ; 38. Alfabe, 64 rûpel,(çapa pêşîn 1968 Stanbol, çapa diduyan Borås- Swed 1980); 39- Tarihte İlk Türkçe Ansiklopedide Kürdistan ve Kürdler, Mart 2001 İstanbul, 316 r. ; 40- İslamiyet Açısından Şeyhlik Ağalık, Toplum Y. Ankara 1964, 174 r. ; 41- Doğunun Sorunları, Şafak Kitabevi Diyarbakır 1966, 209 r. ; 42- Mem u Zin, Kürdçe Türkçe birlikte / bir arada 1968 Hasat Y. (ilk yazılış 1695), 583 r. ; 43- Mahabad Kürt Cumhuriyeti 1946, Willian Aegleton, Koral Yayınları 1976, 296 sayfa ; 44- Hilafet ve Ummetçilik Sorunu Ant Y. İstanbul 1969, 392 r.; 45- Anarşistler, Üçüncü Dünya Y. 43 r. ; 46- İçerdekiler ve Dışardakiler Koral Y. İstanbul, r. 205; 47- Nasır, Arap Devriminin Yöntemleri, Habora Kitabevi Y. 1970, İstanbul, 199 r. ; 48- Filistinde Halk Savaşı ve Ortadoğu, Ant Y. 1970 İstanbul, 363 r. ; 49- Nehru´nun “Dünya Tarihinden Parçalar (li ba min tune, li gora haydarîyên bergê Şêxîtî û Axatîyê xuya dibe ku di navbera 1964-1965an da hatîye weşandin); 50- Savaşan Lübnan (li ba min tune); 51- Gerçekler Konuşuyor (li ba min tune); 52- Ferhenga Kurdî-Tirkî (li ba min tune, wergêr e); 53- Dîwana Melayê Cizîrî ku polês dest danîye ser û loma nehatîye weşandin.
Notên Balkişandinê bo Ajanîya Dewleta Turk!.. 1. Yek ji wan xebatên Mamoste Bozarslan ên ewil ew bûye ku di salên 60î da amade kirîye, Dîwana Melayê Cizîrî ye. Mamoste Bozarslan, bi dektiloyê û wek yek nusxeyek wê dîwanê amade dike û dibe bi “dostekî!?..” xwe yê abûqat nîşan dide û dixwaze hîn bibe da ku ew dikare çi qas cezayê razana hepsê bixwe; wê nusxeyê dide abûqat. Li gora lihevhatina bi abûqat ra piştî çend rojan dihere nusxeya dîwanê ji abûqat distîne. Abûqat ji Bozarslan ra dibêje ku bi hindikayî ew dê 7,5 sal cezayê razana hepsê bistîne û Bozarslan jî bi awayê kenînê dibêje,”xem nake, ev jibo xebata kultûra gelê me ye!” û digel wê nusxeya wergêrê dizivire malê. Lê balkêş e ku rojtira dî polês davêjin ser mala mamoste û nusxeya dîwanê digel xwe dibin avayîya Karakola Polês. Bi vî awayî ew xebata mamoste ku salek zêdetir li ser xebitîbû, badilhewa diçe. Eger ew nusxe neketa destê polês, mamoste dê du roj paşê wê bibira teslîmê çapxaneyê bikira da ku were weşandin. Li gora haydarîyên ku Bozarslan ji min ra gotibû, ew jibo amadekirina wê dîwanê rojê tenê 5 seet razaye; ji ber ku wî xwestîye demek zutir wê dîwanê bide çapkirin ku ew di nava gel da were belavkirin û xwendin. Bozarslan, wê demê di rojnameya Cumhurîyetê da rojê nîv dan karên wergêrînê ji erebî bo tirkîya latinî dikir. Lê mixabin ew “qezaya” ku hatîye serê Dîwana Melayê Cizîrî, dibe ku haya kesê jê nîne. Ji ber ku Mamoste Bozarslan tembîhê min kiribû da ku ez ji kesek ra behs nekim û ez jî heta van çend salên dawîyê di wê sozê xwe da sadiq mam; lê mixabin ev rastîyek e ku cara ewil ez behsa wê dikim.
Bê guman ew bûyera îxbarkirinê ji alîyê abûqatekî xwedêgiravî dostê Mamoste Bozarslan, numûneyeke balkêş e û bi wê bûyerê xuya dibe ku hin abûqatên kurd ji alîyê dewleta dagirkerê welatê me ve hatine sitandin ku wê demê welatevînî û kurdevînîya kurdî jî gelek lawaz bûye. Lê piştî 60 salan ku di navberê da 3 nesil / nifş derbas bûye; kurdevînî û welatevînîya kurdî jî xurt bûye, geş bûye; lê digel wê jî jimareya xwefiroşan jî zêde bûne ku divê ev nuqte her tim li ber çavên me were rawestandin. Wek mîsal, hê çend sal berê bû ku di doza PCK da hat dîtin ku xwedêgiravî ji 51 abûqatên Doza Îmralîyê ku wan wek “orduya abûqatan” bi navdikirin; 49yê wan zilamê dewletê bûne û di rêxistina PCK da rêvebirîyê kirine. Ev qirêjî hatîye merhaleyek ku di gelek malên kurdan da slogana “ajanek, metresek û haşhaşîyek” cî girtine. Rewşeke welê ecêb çêbûye ku li gelek malên Bingolîyan (ku wek bajarekî dîndar dihat naskirin) û Liceyîyan gelek haşhaşî peyda bûne. JI ber ku dema ew zilamê Bêesil / Soysuz wezîrê karên hundûrî bûye; ew digel orduya polêsên xwe dihere gundekî Licê, civîn çêdike û zorê û talîmatan dide ser gundîyan ku ew divê karên çinandina haşhaşê pêkbînin ku wan gundîyan heta wê demê bi karên çinandina domatêsan ra mijul dibûn û debara zarûzîçên xwe bi rêve dibirin. Yanî bi her awayî qirêjî ji serekê dewleta dagirker dest pêdike û ber bi jêr ve didome û hemî tebeqeyên dewletê hembêz dike.
Çend hefte berê li meclisa tirkan (TBMM) civînek hebûye. Zilamekî rêvebirê partîyeka faşist acizîya xwe nîşan dide û tilîyên xwe dirêjî Mithat Sancar ê Mihelmîyê Mêrdînê dike ku wî civînê bi rêve dibir û jê ra dibêje ku 29 parlamenterên endamên Partîya HDP ango DEMê endamên MITê ne û di bin emrê dewletê da dixebitin. Dema bêhnvedana civînê dest pêdike, M. Sancarê Mihelmî ber bi wî serekê faşist ve diçe û diqîre ser wî û dibêje ku “mafê te tune ku tu me deşifre dikî, hedê xwe bizanibe!” Dema qetlîama Xendekan qewimî, wê demê jî partîya xwedêgiravê girêdayê PKK bû ku 80 gelwekîl biribûn TBMM, 60ê wan wekîlan jî tirk bûn ku ew jî ne tesaduf e.
2. “Qezayek” jî li Amedê hatîye serê Dîwana Neteweyî Mem û Zînê. Di 1968an da dema karê çapkirina Mem û Zînê temam dibe; mamoste M. Emîn ji Stanbulê dihere Amedê û digel birayê min Yusuf diaxife jibo anîna kitêban bo Dîyarbekrê da ku werin belavkirin. Birayê min Yusuf, di demeke kurt da neqilkirina barek peyda dike û bi araba xwe ya naqlîyeyê dihere Stanbulê. Piştî ku li Stanbulê jî barek ray dike, ew bi araba xwe dihere navnîşana weşanxaneyê û kitêbên Mem û Zînê dibe Dîyarbekrê. Mamoste Bozarslan bi dostekî xwe ra diaxife da ku çend roj kitêb li ambara otêlê werin parastin. Ew dostê mamoste Bozarslan, di otêla ku lê katibî dikir, di ambara otêlê da cî didin kitêban û paşê di çend rojên ewil da hin kitêb rêdikin qezayên Dîyarbekrê, Mêrdîn, Sêêrt, Bidlîs û Wanê û derdorên dî. Lê piştî çend rojan, ekîba polêsan diherin otelê kontrol dikin û kitêbên ku li ambarê mane, hemîyan bi arabayên polês dibin avayîya Karakola Çarşîyê ya Polês.
Piştî ku ew ”qeza” qewimîye, li ser daxwaza Bozarslan; birayê min Yusuf û Hecî Silêman Çelik digel mamoste li otêlê tên ba hev û Mamoste Bozarslan dest bi axiftinê dike û bi kurtayî weha dibêje: ” Cîyê vê ambarê em tenê çar kes dizanibûn. Di nava me da kesek gilîyê vê ambarê kir û kitêban xist destên polês. Hûn dê teqdîr bikin ku ez bi xwe îxbara xwe nakim û kitêba ku min bi salan li ser xebitî, nadim girtin. Pismamê min Yusuf ji vir heta Stanbulê çû û hat, bêqeza kitêban anî li otêlê bi cîkir. Eger di araba wî da ev kitêb bihatina girtin, dikaribû araba wî bihata firotin û Yusuf jî vê gilîyê nake û katibê vê otêlê jî gilîya xwe bi xwe nake. Wekî dî kî ma?” Bi van gotinên Mamoste Bozarslan Hacî Silêman ji cîyê xwe radibe ser pîyan û; ”Yanî Seyda tu dixwazî bêjî ku min gilêyê ambarê kir û kitêban da polêsan?” LI ser wê pirsa Hacî Silêman, Mamoste Bozarslan bi awayeke hêrsbûyî radibe ser pîyan û diqîre ser Hacî Silêman:
”Yahu Hecî Silêman piçek şerm û heya bike, ma ji dervayê te kesek ma, kesekî pêncemîn tunebû ku cîyê vê ambarê bizanibe. Tu hew qas zilamekî bêşexsîyetî ku karekî weha kirêt dikî, sirf jibo aferînek ji polêsan bistînî! Bêşerm û heya tu li derdorên xwe jî behsa welatevînîyê dikî, virên biboç diçirînî, heyf, pir heyf, em hatin ketin çi halî? Xwedêgiravî tu mirovê alîyê dayîka min î jî û bi emir jî tu ji me hemîyan meztirî, Xwedê te ji ser rîya koletîyê ya bikirêt bizivirîne, ma ez ji te ra çi bêjim?!.. Te xwe hedikandîye, hedikandîye, Hecî Silêman!.. Tu û yên wek te, jîyana bindestîyê, jîyana koletîyê, jîyana bêşexsîyetîyê, we ji xwe ra kirîye felsefe, yanî felsefeya koleyên bindest ku qîma xwe bi bindestîyê û koletîyê tînin! Heyf, pir heyf!..”
21ê sibatê 2026 / Swed
Nivîsar didome
Dayê Tu Megrî
Ez xortê Kurd im pir bi nav û deng
Va min helgirtî bombe û tifeng
Ez dê herim ser, ez dê herim ceng
Ger ez nezivrim, dayê tu megrî
Ji vir heta Çîn nav û dengê min
Dinya hemî dît şan û rengê min
Tu temaşeke şer û cenga min
Ger bême kuştin, dayê tu megrî
Ez baş dizanim pir dilsewatî
Çûna min li te pir zor hatî
Lê ku mirin bê, ser seran hatî
Ez dê sehîd bin, dayê tu megrî
Dayka min û te tev Kurdistan e
Ez dê rizgarkim wê ji destan e
Ger ez vegerim ew bo me şan e
Lê ku ez bimrim, dayê tu megrî
Te min xwedî kir, bi şîr mijandî
Hêstirên çavan bo min rijandî
Dilê xwe te pir bo min pijandî
Min helal bike, dayê tu megrî
Rabe binêre bi herdu çavan
Kurdistana me dayîka dilovan
Va ye ketîye nav feq û dafan
Ez dê herim. Lê dayê tu megrî
Herdu çavên wê Dîcle û Ferat
Tim bi hêstir in li rêya felat
Divê li wê rê ez bikim xebat
Eger nehatim, dayê tu megrî
Tu dayîka min î, ez im lawê te
Lê dayîka mezin, dîya min û te
Herduka ye jî, divê bêjim te
Ez va me, diçim, dayê tu megrî
Ger ez vegerim dê tiştek xweş be
Dilê min û te dê tev de geş be
Lê ku nehatim bila her xweş be
Kurd û Kurdistan, dayê tu megrî
Ku venegerim, dê bibim sehîd
Li cem Xalid Beg, li ba Şêx Seîd
Û sedên wek wan mêrxas û egîd
Dê bibim mêvan, dayê tu megrî
Seyîd Rîza û Elî Şêr’ên me
Doxtor Fuad û gelek mêrên me
Hem ji gundan û hem bajarên me
Ew tev de li wê ne, dayê tu megrî
Dayê tu zanî herçî berxê nêr
Pêşî dibêjin“Ew ji bona kêr“
Lê ji bo welêt çi jin û çi mêr
Divê giş herin, dayê tu megrî
Ez hatim dinê ji bo azadî
Lê min xwe dîl dît, bêpar ji şadî
Ma ji bo şadî tu destûr nadî?!
Divê tu bidî, dayê tu megrî
Eger sehîd bim, xerzek nû teze
Ji çîyayê Sîpan bigirin bi lez e
Li ser gora min daynin wek rez e
Bila şin bibe, dayê tu megrî
Pê ve girêdin hûn Ala rengîn
Bila li ser min bike bawesîn
Dê gora min pê bibe şaneşîn
Ez dê hêsa bim, dayê tu megrî
Bila xort û keç salê carekî
Bêne ser gorê bibin qorekî
Destan bidin hev wek dîwarekî
Govendê bigrin, dayê tu megrî
Bêjin “Hêsa be Şîro l’goristan
Vaye azad bû Kurd û Kurdistan
Em xort û keçik giş li dibistan
Xweş, xweş dixwînin, dayê tu megrî