Eger hevkariyeke yekîtiya endamên civak û ola Êzdiyatiyê zû nêyê ye damezirandin, em Êzdî hew dikarin xwe zêde ji ber pêlên asîmîlasyonê biparêzin

Kemal Tolan

 

Eger hevkariyeke yekîtiya endamên civak û ola Êzdiyatiyê zû nêyê ye damezirandin, emê dikaribinji ber pêlên asîmîlasyonê biparêzin.

Eger hevkariyeke yekîtiya endamên civak û ola Êzdiyatiyê zû nêyê ye damezirandin, em Êzdî hew dikarin xwe zêde ji ber pêlên asîmîlasyonê biparêzin.

Bi dîtina min, ji bo ku bîryara parlementoya Almanya ya Federal li ser jenosîda Êzdiyan bêyenaskirin nebe sedem ku, bêtifaqiya di nava Êzdiyan de zêde bibe û Êzdiyatîyê hîn zêdetir bi ber helandinê ve neçe, divê êdî hevkariyeke yekîtiya endamên civak û ola Êzdiyatiyê zû bêye damezirandin

Gorî zanîna min,  çend xalên ku tevaya endam, rewşenbîr, rûhanî, rêvebirên mal-komel, ol û civaka Êzdîtiyê bikarin bi hev ra  komeke yekîtiya hevkariya Êzdiyan damezirînin dikarin weha bin:

  1. Kurdistan xaka hemû Êzdî û Kurdistaniyan e
  2. Ala Kurdî ya netewîya Êzdiyan ye  û ala Êzdîxanê di dever û parêzgehên xurû Êzdî tê de dijîn serbixwe be
  3. Êzdiyatî di nav zagona heremên Kurdistanê  û cîhanê de serbuxwe û di herêmên Êzdîxanê de ola perwerde ya sereke ye
  4. Zimanê ola Êzdiyatiyê yê  sereke Kurdiya latînî û yê heremî ye
  5. Mîrê Êzdîxanê, mîrê tevaya Êzdiyan e
  6. Meclîsa rûhanîya Êzdiyan ya bilind(MRÊYB), berpirsê tevaya Êzdiyan e
  7. Endamên meclisa rûhanîya Êzdiyan ya herêmî û her welatekî ji nav Êzdiyan bêne hilbijartin û girêdayî ya  MRÊYB bin.
  8. Endamên meclisa birêvebirên civaka her herêmê û welatekî ji nav Êzdiyan bêne hilbijartin û girêdayî MRÊYB ya herêmî bin.
  9. Tû kes û rêxistin li hemberî kesayetî û rêxistineke netewî anjî herêmî bêrûmet neke û şîdetê bi kar ne îne.

Û hwd. hûn jî dikarin van xalan binirxînin û  pêşniyariyên xwe lê zêdebikin.

Ji kerema xwe xîret bikin!

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê

Ditirsim Êzdiyatîyê ji ber berjiwendî û bêtifaqiyê  bi ber helandinê ve diçe

Lewma jî hikumeta Almaniya niha gelekî girîngî dide rapor û dosyayên van „Êzdiyên serbixwe“ bûne xwedî „dîplome“, berjiwendîperest, berpirsyarên „sazî, mal û komelên Êzdiyan“, yên ku bûne ciyê mirî, şîna û li pêşiya tifaqa Êzdiyên niştimanperwer dibine asteng.

Hêvîdikim bîryara jenosîda Êzdiyan ya ku, ji aliyê parlementoya Almanya ya Federal ve bêye naskirin û pejirandin, nebe sedem ku bêtifaqiya di nava Êzdiyan de zêde bibe û Êzdiyatîyê hîn zêdetir bi ber helandinê ve neçe!

 

 

„Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de şadeye,  wexta Osmanî hatine (1300-1920) Kurdistan dagir kirine, hingê hinek mîrekên Kurdan û bi taybetî jî Êzdiyan gelek heremên Kurdistanê bi qeweta xwe parastine. Dema Osmanî dibînin ew nikarin hêza hinek mîr, beg û axayên di heremên Êzdîxanê de bi êrf û adetên xwe ve girêdayî bûne bişkênin, ew radibin pêşîn bêtifaqî û neyartîyê dixine nava van berpirsyarên civaka Êzdî û gelê Kurdistanê. Berpirsyariya tomarkirina hemû bac, qemçûr û alîkarîya nav  herêmên Êzdiyan didine destên hinek mîr, beg û axayên Kurdên  berjiwendîperest û olperest.*

 

Ez dibêm belkî hikumeta Almanya yê bi gumane, gava berxwedan û daxwazên rêxistin, sazî, oldar, rewşenbîr, rêvabirên malên  Êzdiyan, yên ku li tevaya welatên cîhanê û bi taybetî jî gava herêma Șengalê di nav Kurdistanê de weke parêzgeheke Êzdîxanê biserbikevin, ewê hevalbendiya wan ya bi dujminên Êzdîxanê û dagirkerên Kurdistanê ra kirine jî eşkere bibe.

 

*Kemal Tolan, DÎROKA ÊZDIYAN A DI DOKUMENTAN Û ZARGOTINÊ DE rûp.:20