'Eger e hêzên tirk û ereban bên hemberî hev

Sekreterê Konseya Guncavkirina Biryaran a Îranê Muhsîn Rezai daxuyand ku îxtîmala şandina leşkerên dewletên erebî bo Bakurê Sûriyeyê, dibe di navbera Tirkiye û welatên erebî de bibe sedema gengeşiyan û ev jî rîskek mezin e.

Sekreterê Konseya Guncavkirina Biryaran a Îranê Muhsîn Rezaî ji televîzyona Al Jazeerayê re axivî û derbarê plana DYAyê ya şandina leşkerên welatên erebî de got: "Hebûna leşkerên welatên erebî dibe ku li dijî Tirkiyeyê bibe sedema gengeşiyê ku ev jî rîskek mezin e. Plana şandina leşkerên erebî ya DYAyê hewlek xelet e."

 

Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) hefteya borî bi bîr xisti bû serokê DYAyê Donald Trump bi daxwaze ji Sûriyeyê leşkerên amerîkî vekşîne û şûna wan bi leşkerên dewletên Misir û dewletên kendavê ve dagre.

Wezîrê Karê derve yê Erebistana Siûdî Adil el Cubeyr çend roj berê, "Qatar heke naxwaze pêbaweriya DYAyê winda bike, divê leşkerên xwe bişîne Sûriyeyê."

 

(Sputnik)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin