”Eger bi fermî daxwaz li wan bibe, ewê binirxînin”

Cîgirê Berdevkê Netewên Yekbûyî, Ferhan Heq "Eger bi fermî daxwaz li wan were kirin, ewê wê daxwazê binirxînin.”

Piştî ku Seroktîya Herêma Kurdistanê tevî 15 partî û bizavên Kurdistanê biryara xwe ya ji bo pêkanîna referanduma serxwebûnê di 25ê Îlona 2017ê de dê çêbibe aşkere kir, Netewên Yekbûyî jî li ser sazkirina vê referandumê daxuyanî daye.

Netewên Yekbûyî derbarê mijara referanduma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê de ragihandîye, ”Eger daxwaz ji NY were kirin ku di proseya referandumê de rol bibîne, ew dê vê mijarê binirxînin.”

 Cîgirê Berdevkê Netewên Yekbûyî, Ferhan Heq di daxuyaniya ku daye Rûdawê de gotîye; ”Ti rola wan di referanduma Herêma Kurdistanê de nîne û daxwaz ji wan nehatiye kirin. Eger bi fermî daxwaz li wan were kirin, ewê wê daxwazê binirxînin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin