Efrîn…Çekdarên ser bi Tirkiyê 14 hemwelatiyên kurd revandin

.

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve welatiyên kurd ên Efrînê bi armanca standina fidyeyê direvînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, gruba çekdar a bi navê El-Hemzat bi mebesta standina fidyeyê ji xelkê Efrînê, roja 15ê Adarê 6 welatî ji gundê Coqê yê ser bi Efrînê ve revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mistefa Kemal Seîd, Kemal Wehab Seîd, Îsmaîl Ilêwî, Mihemed Qasim, Ciwan Osman Qere, Basil Hesen Mûsa.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, gruba çekdar El-Hemzat roja 15ê Adarê bi ser gundê Mûskê li navçeya Raco de jî girt û 8 kes jê revandin. Piştî ku çekdaran fidye ji wan standin, ew berdan.

Navên kesên ji gundê Mûskê hatibûn revandin: Ferîd Hesen Dahod, Mistefa Qadir Mistefa, Xelîl Qadir Mistefa, Rêzan Bilal, Hebeş Bekir Maco, Ebdo Mihemed Sîno, Mihemed Mehmûd.

Sê sal di ser dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdaran re derbas dibin. Li gor amarên rêxistinên mafên mirovan, di heyama van sê salan de, zêdetir ji 7 hezar welatiyên kurd ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa beşeke mezin ji wan ne diyar e.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin