EFRÎN/ YPG li opozisyonê xist..6 mirî

Di encama vedana kemînekê de, ji aliyê Yekîneyên Parastina gel ve li bajarê Efrînê, 6 çekdarên opozisyona Sûriyê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku şeva din li Mihwerê gundê Terneda yê ser bi Efrînê ve, şer di navbera çekdarên opozisyonê yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike û Yekîneyên Parastina Gel de qewimî.

Rewangeha Sûrî diyar kir, ku Yekîneyên Parastina Gel li wê deverê, kemînek ji komên çekdar re vedabûn, di encamê de 6 çekdarên opozisyonê hatin kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin