Efrîn/ Termê xortekî Kurd hate dîtin!

Li gundekî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, termê ciwanekî kuştî di nav zeviya wî ya çandiniyê de hate dîtin.

Li gor agahiyên ku çalakvanên Efrînî li ser medyayên civakî belav kirine, berî 2 rojan ve xelkê gundê Avraz ê ser bi nahiyeya Mabata, termê ciwanê bi navê Egîd Mihemed Şêx Hesen di nav zeviya wî ya çandiniyê û darên zeytûnan de dîtin.

 

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, Egîd Mihemed Şêx Hesen berî heftiyekê ve ji mala xwe ya li gundê Avraz derketibû, ji bo ku hebûn û amadebûna xwe li Efrînê li dadgeha bajarê Efrînê tomar bike, lê piştre winda bibû û ti zanyarî li ser wî nehatibûn zanîn.

 

Piştre termê wî welatiyê navbirî li nav zeviya wî ya çandiniyê û baxê wê yê zeytûnan ji aliyê xelkê gundê Avrazê tê dîtin.

 

Şêx Hesen ji aliyê grûpên çekdar ve careke din hatibû revandin û azadkirin, lê jê hatibû xwestin ku her demekê, serdana dadgeha Efrînê bike, ji bo hebûna xwe li nav Efrînê tomar bike.

 

Egîd Şêx Hesen bavê 2 zarokan e.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin