Efrîn | Milîsên Tirkiyê 100 darên zeytûnan birîn

.

 Li gundê Meydankê yê navçeya Şera û gundê Qeretepe, 100 darên zeytûnan ji aliyê milîsên Tirkî ve hatin birîn.

Li gor zanyariyên Afrinpostê, milîsên Sultan Mûrad derdora 70 darên zeytûnê ji zeviyekî li dorhêla gundê Meydankê yên şêniyê Kurd bi navê Mihemed Elî Mihemed ji şêniyên gundê Qizilbaşa yê Bilbilê birîn.

Herwiha li zeviyekî din ê şêniyê Kurd Mihemed Elî Mihemed (Ebû Heval) ji şêniyên gundê Qeretepe, yê bi ser bajarê Efrînê ve ku ew bi xwe xwediyê hola Rotana ya şahiyan e, dar hatin birîn û derdora 35 darên din ên zeytûnê li zeviyekî ku 140 dar lê hene hatin birîn û ew zevî jî di navbera gund û rêya giştî dikeve.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye