EFRÎN/ Li nîvê meydanê îşkence!

Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş li ser hesabê xwe yê twitterê vîdyoyek belav kir ku tê de leşkerên artêşa Tirkiyeyê yan jî komên çekdar yên ketine Efrînê îşkenceyê li xelkê Efrînê dikin.

Derwîş li ser parvekirina xwe ya wê vîdyoyê dibêje, artêşa Tirkiyeyê li şûna azadiyê bîne teror aniye Sûriyeyê.

Di vîdyoyê de xuya dibe ku çend çekdar du kesan li nav kolaneke Efrînê li ber çavê xelkê digindirînin û pihînan jî li ber wan dixin.

​Herwiha li gor dengên ji vîdyoyê tê, bi zimanê tirkî heqaret li wan kesan tê kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin