Efrîn | Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 12 sivîl êşkence kirin

.

Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, êrîşî navçeya Şêx El- Hedîd a girêdayî gundewarê Efrînê kirin û 12 sivîl êşkence kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirova, do çekdarên dewleta Tirkiyê, êrîşî şêniyên gundê Hekca ê girêdayî navçeya Şêx El- Hedîd kirin û 12 kes girtin û êşkence kirin.

Piştî êşkenceya giran, çekdaran sivîlên ku binçavkiribûn berdan, lê welatiyekî ku ji ber sixêf ji çekdaran re dabû nehate berdan. Sedema vê yekê jî ew e ku welatiyan destûr neda çekdaran sewalê xwe bera nava zeviyên wan bidin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye