Efrîn | Koma çekdar a girêdayî Tirkî dest danî ser bi hezaran darên zeytûnan

.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, koma çekdar a girêdayî Tirkiyê Lîwaya Semerqend, dest danî ser bi hezaran darên zeytûnan.

Li gundê Kefer Sefrê yê li navçeya Cindrêsê ya Efrînê, çekdarên koma Lîwaya Semerqend a oposizyona Sûriyê, dest danîne ser bi hezaran darên zeytûnan.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, ew darên zeytûnan, yên 50 welatiyên Kurd in ku ji ber êrîşa Tirkiyê ya 2018an ji Efrînê derbider bûne.

Di destpêka vê mehê de jî, çekdarên Lîwaya Semerqend bi hezaran darên zeytûnan yên niştecîhên Kefer Sefrê birîbûn.

Her li gorî çalakvanên xwecihî, ji destpêka ku çekdarên Lîwa Semerqend derbasî gundê Kefer Sefrê bûne, 3900 darên fêkî yên gund li ber çavên gundiyan birrîne, kirine êzing û li bazaran firotine.
 


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye