Efrîn/ Hunermendekî din jî hate girtin

Çekdarên bi ser Tirkiyê ve, îro, hunermendekî gelêrî li nava bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê girtin û berê wî dane cihekî ne diyar.

Li gor jêderên xwecihî, sibeha îro  hunermendê gelêrî Ehmed Neisan û birayê wî Mihemed (ji xelkên bajarokê Şiyê ne) li pêşiya dikana wan li navenda bajêr, ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve, hatin girtin û bê ku sedem were nîşandan.

Ji alîkî din ve, li gundewarê Efrînê jî binpêkirinên çekdaran li dijî xelkê sîvîl berdewam in, ango li gundê Dîkê yê bi ser navçeya Reco ve ye, çekdarên bi Tirkiyê ve, îro,  kalemêrê 80 salî yê bi navê Mihemed Hemo hatiye girtin û bi behaneya hewandina çekan, hatiye êşkencekirin û berê wî dane girtîgehê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin